DEM Partî bi ser ketibû: Li ser daxwaza AKPyê hiljartin tê dubarekirin

02-04-2024
RÛDAW
Nîşan Curnê Reş DEM Partî Hilbijartin Şaredarî AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser daxwaza AK Partiyê li navçeya Curnê Reş a Rihayê dê hilbijartin were dubarekirin.

Li gorî encaman  DEM Partiyê şaredariya navçeyê bi dest xistibû.

Li ser daxwaza Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partiyê) îro Lîjneya Hilbijartinan a Navçeya Curn Reş a parêzgeha Rihayê biryar da ku hilbijartina 31ê Adarê li navçeyê were dubaerekirin.

Li gorî encamên destpêkê Namzedê DEM Partiyê Serhan Paydaş ji sedî 33,20ê dengan bi dest xistbû.

 Herwiha Namzedê AK Partiyê Aslan Alî Bayik jî ji sedî 30,70ê dengab bi dest xistibû.

Piştî îtîraza AKPyê derbarê hilbijartinan Lîjneya Hilbijartinan a Curnê Reş biryara dubarekirina hilbijartinan da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst