AK Partî hewl dide şaredariya Curnê Reş ji DEM Partiyê bistîne

02-04-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Curnê Reş Riha AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Curnê Reş a Rihayê, AK Partiyê ji bo betalkirina hilbijartinê serî li Komîsyona Bilind a Hilbijartinê da.

Alîgirên DEM Partiyê jî xwepêşandanê dikin.

Di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê de li navçeya Curnê Res a Rihayê, DEM Partiyê ji sedî 33,2yê dengan û AK Partiyê ji sedî 30,72yê dengan bi dest xistin.

Li gorî encamên nefermî namzedên DEM Partiyê Serhan Paydaş û Garip Yeşîl wekî hevserokên Şaredariya Curnê Reş hatin hilbijartin.

Parêzer Ronayî Paydaşê ji Rûdawê re got:

“AK Partiyê ji bo betalkirina hilbijartinê serî li Komîsyona Bilind a Hilbijartinê daye.”

Piştî hat ragihandin ku AK Partiyê ji bo betalkirina hilbijartinê serî li Komîsyona Bilind a Hilbijartinê daye Şaxa DEM Partiyê ya Rihayê bangî welatiyan kir ku ji bo xwedîderketina îradeya gel biçin navçeya Curnê Reş.

“Dixwazin destkeftên gelê Curnê Reş zeft bikin”

DEM Partiyê got:

“Gelê me yê hêja, dixwazin destkeftên gelê Hilwanê (Curnê Reş) zeft bikin.

Roj roja xwedîderketina li îradeya me ye. Em bangî hemû welatiyên me yên hişmend dikin, bila werin Hilwanê.”

Piştî banga DEM Partiyê gelek welatî li Curnê Reş kom bûn û wan xwepêşandan kir.

Di dema xwepêşandanê de di navbera gel û polîsan de alozî derket.

“Dixwazin li ser maseyê bi me bidin wendakirin”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî bangî welatiyan kir da ku li Curnê Reş kom bibin.

Omer Ocalan got:

“Em niha li Curnê Reş in, em di hilbijartinê de bi ser ketin.

Lê dixwazin li ser maseyê bi me bidin wendakirin.

Em bi awayekî demokratîk û di çarçoveya desthilata ku yasayê daye me, xwedî li îradeya xwe derdikevin.

Em bangî hemû gelên Curnê Reş û yên navçeyên derdorê dikin, bila werin Curnê Reş.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst