AMED- Hevserokên şaredariyê dê sibe mazbatayên xwe wergirin

07-04-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Şaredarî Mazbata
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî îtîrazên AK Partiyê yên li ser 13 navçeyên şaredariyên Amedê ji aliyê YSKyê hatin redkirin, hevserokên 13 navçe û Şaredariya Mezin a Amedê dê sibe mazbatayên xwe wergirin.

Hefteyek bi ser hilbijartinên 31ê Adarê re derbas bû.

Heta niha hîn jî 13 hevserokên şaredariyan ên DEM Partiyê mazbatayên xwe wernegirtine.

AK Partiyê li ser encamên hilbijartinên 13 şaredariyên parêzgehên Amedê gilî tomar kiribû.

Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) gilî û îtîrazên AK Partiyê red kirin.

Herwiha Lijneya Hilbijartinan a Amedê jî ragihand ku şaredarên DEM Partiyê dê sibe mazbatayên xwe wergirin.

Li aliyê din Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê jî di daxuyaniyekê de da zanîn dê Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun saet 11:00an mazbatayên xwe wergirin.

Herwiha piştî wergirtina mazbatayan hevserokên şaredariyê dê saet 12:00an ji Meydana Şêx Seîd ber bi avahiya şaredariyê ve bimeşin.

“Destê xwe ji mala gel bikişînin”

Li aliyê din hat zanîn ku di dema hevserokên DEM Partiyê mazbataya xwe bistînin de dê qeyûm jî civîna encûmenê li dar bixe.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser hesabê xwe yê Xê derbarê civîna encûmena şaredariya ya ji aliyê qeyûm ve were li darxistin got:

“Em bangî qeyûmê Amedê yê gendel û talanker dikin, demildest destên xwe ji mal û samanên xelkê bikişîne!

Sibe saet 11:00an hevşaredarên me yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê mazbatayên xwe wergirin.

 Em bangî qeyûmê talanker dikin, hûn ne rewa ne, tu ne yê rêvebirinê yî, yekser destên xwe ji mala gel bikişîne.”

DEM Partiyê tevî Şarederiya Bajarê Mezin a  Amedê, şaredariyên 17 navçeyan bi dest xistine û biryar e 13 şaredar sibe mazbatayên xwe wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst