HSDê li ser armancgirtina Mezlûm Ebdî daxuyanî da

07-04-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Firokexaneya Silêmaniyê Mazlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser armancgirtina Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî daxuyanî da û ragihand ku ew agahî “ne rast in.”

Îro Înê danê êvarê wêneyên şewateke li nêzîkî Firokexaneya Silêmaniyê hatin belavkirin, berpirsên firokexaneyê û berpirsên asayîşê ragihandin, “Tiştek neqewimî û agireke normal bû.” Piştre hate diyarkirin ku êrîşeke dronî pêk hatiye. Çend medyayên biyanî ragihandin ku Mazlûm Ebdî li Silêmaniyê bûye, du firokeyên bê firokevan ên Tirkiyê guleya hişyariyê li nêzîkî helîkoptera wî dane. Li gorî agahiyên Rûdawê, Fermandarê Giştî yê HSDê rizgar bûye û vegeriyaye Rojavayê Kurdistanê.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser vê yekê daxuyaniyek da û tê de anî ziman, “Hemû nûçeyên ku îdia dikin Fermanadarê Giştî yê hêzên me Mezlûm Ebdî li bajarê Silêmaniyê hatiye armanc girtin ne rast in. Fermanadarê Giştî li ser erka xwe ye. Ew nûçeyên derew bi armanca şantajên siyasî li himber hinek hêzên Başûrê Kurdistanê tên kirin.”

Îro Înê 7ê Nîsana 2023an wêneyên şewateke li nêzîkî Firokexaneya Navdewletî Silêmaniyê hatin belavkirin. Rêveberê Ragihandinê ya Firokexaneya Silêmaniyê Dana Mihemed diyar kir ew nûçeyên derbarê bombebaran û teqînên li ser firokexaneyê red dikin. Ji aliyê din ve Rêveberê Asayîşa Giştî ya Silêmaniyê Xalid Mawetî ji Rûdawê re ragihand, ew ji ti bûyeran nehatine agahdarkirin.

Her wiha hin medyayên biyanî ragihandin ku du firokeyên bê firokevan ên Tirkiyê êrîşeke hişyariyê li nêzîkî helîkoptera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî kirine.

Piştre Asayîşa Silêmaniyê bêyî ku cure û armanca wê diyar bike, ragihand ku teqînek rû daye.

Asayîşa Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ragihand, “Îro di demjimêr 16:18an de teqînek li nêzîkî têlbenda Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê rû da ku ti ziyanên canî çênebûn lê şewat derket, tîmên berevaniya sivîl a firokexaneyê yekser gihîştin cihê bûyerê û agir kontrol kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst