‘Amed heye û Amedspor jî dê berdewam golan bavêje’

07-03-2023
RÛDAW
Nîşan Amedspor HDP MHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka HDPê Pervin Buldan bersiva Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî da ku gotibû "Li gor me cihek bi navê Amed nîne, behsa Amedsporê jî nayê kirin”. Buldan got: “Amed heye û Amedspor jî dê berdewam golan bavêje”.

Karvedanên êrîşa ser Amedsporê li bajarê Bursa yê Tirkiyê berdewam in. Ev mijar roja Sêşemê mijareke germ a partiyên siyasî bû li parlamentoyê.

Serokê Partiya Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de li Enqerê, slav li alîgirên Bursasporê kir ku êrîşî yarîzanên Amedsporê kiribûn.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî got: “Li gor me cihek bi navê Amed nîne, behsa Amedsporê jî nayê kirin. Binavkirina Diyarbakirspor wek  Amedspor li gor me vala ye. Ji vê derê alîgirên Bursasporê slav dikim, ji ber helwesta wan a neteweyî pîrozbahiyê li wan dikim.”

Piştî Devlet Bahçelî, Hevseroka HDPê Pervin Buldan di gotarekê de piştgirî li Amedsporê kir û got, Amed heye û Amedspor jî dê li ser avêtina golan berdewam be.

Hevseroka HDPê Pervin Buldan dibêje: “Hevbeşê biçûk ê hikûmetê, li vê salonê û li ser vî kursiyê di axaftinên xwe yên kêmek berî niha de, careke din xwedî êrîşa nîjadperestî û çeteyên tarîk ên salên notî derket. Got `Amed nîne`, got `Amedspor` nîne. Ez ji vê derê careke din dibêjim, Amed heye û berdewam jî dibe. Herwiha Amedspor jî heye û dê berdewam golan bavêje. Hun in ku nînin, hun in ku diçin.”

Kluba Amedsporê ku piraniya yarîzanên wê Kurd in, roja Şemiyê bi armanca leyistika ligel Bursasporê ji bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê çûn bajarê Bursa yê Tirkiyê.

Heman şevê bi dehan alîgirên Bursasporê li ber wê otêlê kom bûn ku yarîzanên Amedsporê lê diman, slogana nîjadperestî “Çiqas bextewer e ew kesê dibêje Tirk im” bilind kirin.

Roja Yekşemê piştî nîvro, berî destpêkirina leyistikê, di dema leyistikê de û piştî bidawîbûna leyistikê jî çend caran yarîzan, alîgirên Bursasporê û karmendên polîs êrîşî yarîzanên Amedsporê kirin.

Ji ber provokasyonên leyistika navbera Bursaspor û Amedsporê, heta niha sê berpirsên emnî ji ser kar hatine dûrxistin û 9 kes jî hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst