Rûdaw; pêşenga kampanyaya dersa Kurdî

07-02-2022
RÛDAW
Mîkrofona Rûdawê, li wan cihan bû ku astengî li ber hilbijartina dersa Kurdî hebû
Mîkrofona Rûdawê, li wan cihan bû ku astengî li ber hilbijartina dersa Kurdî hebû
Nîşan Dersa Kurdî Kampanyaya Dersa Kurdî Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê, her ji roja destpêkirina dema hilbijartina dersa Kurdî ve, bi weşan û bultenên taybet bal kişande ser girîngiya ziman û piştgiriya kampanyayê kir. Dengê xwebexş û dildarên zimanê Kurdî gihande raya giştî ya Kurdistanê û Tirkiyê.

Gelek siyasetmedar, tevger, platform, weşanxane, rêxistinên sivîl, kesayetiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî ketin bin bandora wê hewla Rûdawê û peyam û bangên xwe hem bi riya tora peyamnêrên Rûdawê û hem jî li ser medyaya civakî ji bo hilbijartina dersa Kurdî pêşkêş kirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê, demjimêr bi demjimêr çavdêriya pêvajoya serlêdanên dersa bijarte ya Kurdî kir û berdewam e...

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, roja 3ê Çileya 2022an destpêkirina dema hilbijartina dersa bijarte ragihand, ku bo polên 5,6,7 û 8an dersa zimanê Kurdî jî di nav de cih digre.

Tora Medyayê ya Rûdawê, her ji wê demê ve ji bilî handanê bû awazek bo welatiyan û pirsgirêk û astengiyên li ber serlêdanên dersa bijarte ya Kurdî bi armanca çareserkirinê, nîşanda. Vê kampanyaya Rûdawê, bala nivîskar û kesayetiyên Kurd û biyanî kişand.

Nivîskar û Sosyologê Tirk Îsmaîl Beşikçi dibêje “Rûdaw û Abduselam Akinci di vê mijarê de karekî gelekî mezin dikin. Ez bi hûrgilî û girîngî çavdêriya karên wan dikim.”

Çavê Rûdawê li kolan û kuçeyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bû. Guhê xwe dida axaftinên di navbera zarokan de, ka gelo di axaftinên xwe de zimanê dayikê bikar tînin an na! Herwiha bi rêya peyamnêran, bala welatiyan dikşand ji bo dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin.

Dayika Xwendekar Seher Xan got “Li van dera gelek Kurd hene, lê zarokên wan bi Tirkî diaxivin. Ez li hemberî vê me, bila bi xwe yê dayîkê zimanê Kurdî biaxivin. Zimanê me xweş e.

Mîkrofona Rûdawê, li wan cihan bû ku astengî li ber hilbijartina dersa Kurdî hebû...

Kampanyaya Tora Medyayê ya Rûdawê ya ji bo dersa bijarte ya zimanê Kurdî tenê bi Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê sînordar nema. Rola medyayê ya Rûdawê li dîasporayê jî hebû.

Eger serlêdanên bo zimanê Kurdî zêdetir be, hikûmeta Tirkiyê neçar dimîne mamosteyên zêdetir ên zimanê Kurdî damezrîne.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, demjimêr 5ê êvarî ya 7ê Sibatê roja Duşemê wek dema dawî bo serlêdana dersa bijarte ya zimanê Kurdî diyar kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst