Hasan Huseyîn Denîz weke xwebexş 16 sal in ​​ li Swîsreyê dersên Kurdî dide

15-07-2023
Zinar Şîno
Hasan Huseyîn Denîz weke xwebexş 16 sal in ​​ li Swîsreyê dersên Kurdî dide
Hasan Huseyîn Denîz weke xwebexş 16 sal in ​​ li Swîsreyê dersên Kurdî dide
Nîşan Hasan Huseyîn Denîz Swîsre Zimanê Kurdî Dersa Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hasan Huseyîn Denîz ê ji navçeya Nisêbînê ser bi parêzgeha Mêrdînê ve ku li Swîsreyê dijî, ji sala 2007an û vir ve li kantonên cuda yên Swîsreyê weke xwebexş dersên Kurdî dide. Hasan Huseyîn Denîz dixwaze malbatên Kurd mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê baş bi kar bînin.

Mamoste Hasan Huseyîn Denîz ku di sala 1960î de li navçeya Nisêbînê ji dayik bûye, 8 salan li Tirkiyê weke girtiyekî siyasî di girgigehê de maye û paşî koçî Ewropayê kiriye.

Denîz ku bi salan e di çapemeniyê de dixebite, li Lozanê ji Peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno re axivî.

Mamoste Hasan Huseyîn Denîz dibêje: “Min yekemîn di sala 2007an de li Kantona Zugê ya Swîsreyê di komeleyeke Îtalî de dest bi dayîna dersên Kurdî kir. Ji ber ku li wir komeleyên Kurdan tune bûn û min serî li komeleyeke Îtalî da. Min ji wan xwest ku heftê du saetan destûrê bidin me. Bi vî awayî me dest bi xwendina perwerdeya Kurdî kir.”

Hasan Huseyîn Denîz diyar kir ku dema wî zanî li Swîsreyê di dibistanan de 28 zimanên cuda hene û wî jî ji bo Kurdî hewl daye û got: “Min zanî ku di çarçoveya zagona bi navê Zimanê Dayikê û Çanda Welat de bi zimanê dayikê perwerde dikare bê dayîn. Bi vê armancê me di sala 2014an de li Kantona Zurichê kursên bi Kurdî fermî kirin. Di heman salê de bi xebatên hinek kesên din zaravayê Soranî jî bû fermî.”

Li Swîsreyê 25 kanton hene. Di 5 ji wan de zarok dikarin bi fermî perwerdeya bi Kurdî bibînin.

Hasan Huseyîn Denîz herwiha got: “Li pênc kantonan dersên me yên Kurdî hene. Li kantonên Bern, Basel, Argau, Zurich û Zugê dersên Kurdî tên dayîn. Nêzîkî 80 xwendekar ji her çar perçeyên Kurdistanê bi tevahî di 11 polan de dixwînin. Em wek komeleya ziman di warê siyasî û olî de bêalî ne. Zarokên ku dê û bavên wan ne Kurd in jî tên. Dersên me pir rengîn in. Em xwendekarên ji 5 salî heta 16 salî werdigirin.”

Denîz, da zanîn ku wan bi komek pisporên perwerdehiyê re 21 pirtûk li ser hînbûna Kurdî ji pola 1mîn heta 9mîn amade kirine û herwiha ew diyar dike ku wan pirtûkek ji bo kesên ku bi Kurdî nizanin û du pirtûk jî ji bo zarokên ku hêj dest bi dibistabê nekirine amad kirine.

 Mamostetê Kurd da zanîn ku mesrefên çapkirina pirtûkan bi giranî ew li xwe digirin û wiha pê de çû: “Di vê projeyê de Wezareta Çandê ya Swîsreyê mesrefên pisporên ku werin û beşdarî xebatê bibin li xwe girt, lê me ji berîka xwe heqê çapkirina pirtûkan da.”

Çalakvanê Kurd Denîz û 9 hevalên xwe li Swîsreyê hefteyê 2 saetan bê pere perwerdeyê didin zarokên Kurd.

Di berdewamiya axaftina xwe de Denîz got: “Hemû weke xwebexş dixebite. Wek komele, em tenê dikarin lêçûnên rêya mamosteyan bidin. Ji ber ku malbat salane tenê mûçeyek hindik didin.”

Em dixwazin girîngiyê bidin zimanê kurdî. Divê ew zarokên xwe bişînin dibistanê da ku hînî zimanê zikmakî bibin berî ku em li pey wan biçin.

Hasan Huseyîn Denîz ji malbatên Kurd daxwaz kir ku girîngiyê bidin zimanê Kurdî û got: “Divê ew zarokên xwe bişînin dibistanê da ku hînî zimanê zikmakî bibin berî ku em li pey wan biçin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst