Li Qamişlo êrişa Tirkiyê û grûpên çekdar hat şermezarkirin

07-12-2019
RÛDAW
Xwepêşandana li Qamişlo
Xwepêşandana li Qamişlo
Nîşan Xwepêşandan Rojava Orekstraya Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan li dijî êrîşên Tirkiyê li ser Til Rifatê berdewam in.

Li Qamişlo roja Pêncşemê xwepêşanderan bi rêya bilindkirina alayên YPGê û wêneyên qurbaniyên êrîşên Tirkiyê, careka din daketin kolanan, û êrîşên Tirkiyê yên li ser navendên sivîlnişîn bi tundî şermezar kirin.

Bi gotina xwepêşanderan, Tirkiyê wan neçar dike, da ku navçeyên xwe vala bikin, û hewil dide guhertina demografî li Rojavayê Kurdistanê çê bike.

Xwepêşandan dijî êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê berdewam in. Li Qamişlo roja pêncşemê  xwepêşnderan bi rêya bilindkirina alayên YPG û wêneyên qurbaniyên êrîşên Tirkiyê careka din daketin ser cadeyan, û êrîşên Tirkiyê bo ser navendên sivîlnişîn bi tundî şermezar kirin.

Ev xwepêşandan zêdetir dijî  wê êrîşa Tirkiyê bû, ku li ser dibistanekê Til Rifata bakurê rojavayê Helebê hatibû kirin, di encam de 11 kesan canê xwe ji dest dan, û di nav wan de 8 zarok hebûn.

Xwepêşanderan hawara xwe birin pêşiya baregeha Neteweyên Yekbûyî li Qamişlo. Bi gotina xwepêşanderan Tirkiyê wan neçar dike , daku navçeyên xwe vala bikin, û hewil dide guhertina demografî li navçeyê çêbike.

Ev xwepêşandan di demekê de ye, ku êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên li jêr desthilata HSDê de , di 9ê Cotmehê de destpê kiribûn, di vê derbarê de grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, li gor xelkê navçeyê bi kuştina sivîlan, talankirina malan û pêkanîna tawanên cengê li navçeyê tên tometbarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst