Çekdarên Desteya Tehrîr El-Şamê li Minbicê bi cih dibin

06-09-2023
RÛDAW
Nîşan Minbic esteya Tehrîr El-Şamê HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Desteya Tehrîr El-Şamê li beşekî ji herêma Minbicê bi cih dibin.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çekdarên Desteya Tehrîr El-Şamê li gundewarê derdora Minbicê bi cih bûne.

Li gorî ragihandina Encûmena Leşkerî ya Minbicê, çekdarên Desteya Tehrîr El-Şamê li çend gundên bakur û rojavayê Minbic bi cih bûne.

Çekdar bi taybetî gundên “Yaşlî” û “Şêx Nasir” ên li bakurê rojavayê Minbicê bi cih bûne. Ew gund bi 19 kîlometreyan ji Minbicê dûr in.

Li gorî heman zanyariyan, çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam nişteciyên wan gundan ji cih û warên wan derxistine û ketine şûna wan û çekên xwe yên giran li wan deveran bi cih kirine.

Ev yek di demekê de ye ku rewşa ewlehî û leşkerî li navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne cîgir e.

Li gorî ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), êrîşên çekdarên ser bi Tirkiyeyê, yên ser bi Îran û hikûmeta Sûriyeyê ve li ser navçeyên HSDê û Rêveberiya Xweser zêde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst