Erdhejekê Gever hejand

06-09-2021
RÛDAW
Nîşan Gever Coelmêrg Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Rewşên Bilez û Karestan (AFAD) a Tirkiyê ragihand, îro demjimêr 15.20 bi kurahiya 7.59 kîlometre erdhejeke bi hêza 3.9 pileya rîxterê, li navçeya Geverê ya Colemêrgê pêk hat.

Li gor  zanyariyên ku AFADê belav kirine, îro 6ê Îlona 2021ê demjimêr 15.20ê,  li Deryaya Egeyê erdhejek pêk hatiye û navenda wê jî bi pileya 3.9 navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê hatiye tomarkirin.

AFADê zanyariyên zêdetir derbarê wê erdhejê de belav kirin û ragihand ku kûrahiya wê erdhejê 7.59 kîlometre bûye.

Li aliyê din  derbarê zirar û ziyana maddî û canî ya wê erdhejê jî ti agahiyek ji aliyê saziyên fermî ve nehatiye belavkirin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst