Bavê Gulten Kişanak koça dawî kir

06-08-2021
RÛDAW
Nîşan Gulten Kişanak Lutfu Ozer HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bavê hevseroka berê ya Şaredariya Amedê Gultan Kişanak, Lutfu Ozer koça dawî kir.

Bavê Hevşaredariya berê ya Amedê Gultan Kişanak, ku ji 30ê Cotmeha 20161an ve girtiya siyasî ye, koça dawî kir.

Li gor agahiyan cenazeyê Lutfu Ozer bavê Gulten Kişanak sibe Gundê Sun yê girêdayî navenda parêzgeha Xarpêtê bi xakê tê spartin.

Li gor agahiyan  Gultan Kişanak, ku hêj jî li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê ya Kocaeli girtî ye, ji bo beşdariyê  di merasîma cenazeyê bavê xwe de bike serî li dozgeriyê daye, lê hêj jî ti bersivek jê re  nehatiye dayîn.

Gultan Kişanak ku  di hilbijartinên herêmî yên 30ê Adara 2014an de ligel Firat Anli wek Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê  hatibû hilbijartin, di 30ê Cotmeha 2016an de hate girtin û bi “endamtî û propagandaya rêxistinê” tê tometbarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst