Bavê Şîndayê: Textora min bû, çû rehmetê

07-03-2025
RÛDAW
Bavê Şîndayê, Adil Kişo bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan ,Rûdaw
Bavê Şîndayê, Adil Kişo bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan ,Rûdaw
Nîşan Laziqiye Şer Şînda Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bavê xwendekara Kurd Şînda Adil Kişo ya ku li Laziqiyeyê hat kuştin got, “Ew dema ku li ser nivînên xwe razayîbû gule lê ketiye.”

Şînda Adil Kişo ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê bû û li Laziqiyeyê beşa bijîşkiyê dixwend.

Bavê Şîndayê, Adil Kişo bû mêvanê bultena Rojava ya Rûdawê pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Bavê Şîndayê, Adil Kişo ji Rûdawê re got:

“Şeva borî heta saet 01:00ê li cem wan şer hebû. Min malek ji wan re kirê kiribû. Ew, xwişka xwe ya ku sala 3yan a dermansaziyê dixwend û 2 hevalên xwe bi hev re dijiyan.

Heta saet 01:00ê jî em bi wan re diaxivîn, me henek dikirin.

Şer hebû lê min got, ji bo gule li we nekevin dernekevin derve.

Saet 03:00yan xwişka wê deng li wê kiriye ku ji bo rojiyê paşîvê bixwe.

Paşîvê dixwin û radizên, teqrîben saet 04:00 û tiştekî gule li ser nivînên wê ku razayî bûye lê dikeve.

Textora min bû, çû rehmetê.”

Şîndayê li Laziqiyeyê beşa Bijîşkiyê dixwend û xwendekara pola yekê bû.

Adil Kişo her wiha anî ziman:

“Keça min xwendekara pola yekê ya bijîşkiyê bû.

Dema ku werzê yekem xilas bû hat malê û got, em dê biçin werzê duyan.

Ev 20 roj in li wê derê bû.”

Adil Kişo li ser cihê mala ku keça wî lê bû û şer lê derketibû jî anî ziman:

“Mala wan li Laziqiyeyê li hemberî beşa Ewlehiya Cezayan bû.”

Bavê Şîndayê da zanîn ku cenazeyê keça wî li Nexweşxaneya Laziqiyeyê ye û got:

“Sibe saet 10:00an dê cenazeyê wê ji wir derkeve û em dê wê li gundê Hilwayê yê Qamişloyê veşêrin.

Em dê wê li cem pirîka wê û kalikê wê veşêrin.”

Şerê li Laziqiyeyê

Sûriyeya ku ji sala 2011an ve ji nav dest û lepên şerekî xwînrij nefilitiye dîsa difûre.

Li parêzgeha Laziqiyeyê ya Sûriyeyê di navbera komeke çekdar û leşkerên niha yên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de şer derket.

Tê gotin ku koma çekdar ji leşkerên berê yên artêşa Beşar Esed pêk tê.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di van şer û pevçûnan de gelek kes hatine kuştin.

Piştî gurbûna şer li Laziqiye, Tertûs û Himsê qedexe hat ragihandin û birêvebiriya nû ya Şamê gelek hêzên leşkerî şandin van deran.

Li ser torên civakî gelek vîdeoyên şer tên belavkirin ku li bajarên Elewiyan hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst