Artêşa Iraqê piştî 31 salan hêz şande Hacî Omeranê

06-07-2022
RÛDAW
Artêşa Iraqê piştî 31 salan hêz şande Hacî Omeranê
Artêşa Iraqê piştî 31 salan hêz şande Hacî Omeranê
Nîşan Iraq Herêma Kurdistanê Artêşa Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Artêşa Iraqê piştî 31 salan li sînorê Hacî Omeran a navçeya Çoman a Hewlêr a Herêma Kurdistanê bicih dibin.

Yek ji fermandarên Yekîneyên Sînor ê Iraqê Karwan Xoşnaw ji Rûdawê re ragihand, hêzên pasewan ber bi çiyayên Kodo û Burdunaz ên li herêma Hacî Omeran a Herêma Kurdistanê ya li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ve hatine şandin.

Fermandeyê Pasevanên Sînor ê Iraqê Karwan Xoşnaw diyar kir ku piştî 31 salan yekem car e hêzên sînorî yên girêdayî Artêşa Iraqê hatine şandine ser sînorê Herêma Kurdistanê û Îran û Rojhilatê Kurdistanê.

Derbarê armanca şandina leşkeran bo herêmê Karwan Xoşnaw got, “Ji bo pêşî li bazirganiya tiryakê û qaçaxçîtiyê bê girtin û ewlehiya sînor bê parastin leşker hatine şandin herêmê. Ji bo kontrolkirina sînor wê hêzên me li herêmên navborî bi cih bibin.”

Xosnav amaje bi wê yekê jî kir hêzên wan 5 mînên ku ji dema rêjîma Sedam li herêmê mane teqandine û ti ziyanên canî çênebûne.

Li nahyeya Hacî Omeran a navçeya Çoman a Hewlêrê, Deriyê Sînoriyê Navdewletî yê Hacî Omeran di navbera Herêma Kurdistanê û Îran û Rojhilatê Kurdistanê de heye.

Di encama lihevkirina di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de di Nîsana 2008an de, Deriyê Sînoriyê Navdewletî yê Hacî Omeran bû xwedî statuyeke fermî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst