Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê: Her du lîwayên hevbeş dê îsal dest bi kar bikin

06-07-2023
RÛDAW
Nîşan Iraq Herêma Kurdistanê Hêzên Pêşmerge Artêşa Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê ragihand, di demeke nêzîk de proseya bicihkirina 2 lîwayên hevbeş ên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dest pê dike û dê dest bi karên xwe bike. Ew dibêje: “Hemû karê wan lîwayên hevbeş pêk hatiye û her du lîwa dê îsal werin erkdarkirin û bicihkirin.”

Segvan Sindî roja Çarşemê 5ê Temûzê derbarê mijarê de ji Rûdawê re ragihand,“Niha wezaretan dest bi damezrandina wan kesan kirine ku di yasaya bûdceya giştî ya Iraqê ya sala 2023an de cih digirin, bi taybet Wezareta Navxwe û Berevaniyê, ji ber wê jî dê dem bi dem hinek ji wan bên bangkirin.”

Cîgirê Serokê Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê diyar kir, “Li gorî agahiyên me, hêzên her du lîwayan dê di demeke nêzîk de bên vexwendin, ji bo perwerdekirin û piştre çekdarkirinê û dê li gorî herêm û pêdawîstiyan bên dabeşkirin.”

Segvan Sindî tekez kir, ji bo ku dest bi erka xwe bikin, ti pirsgirêkek li pêşiya her du lîwanên hevbeş nemane û dê di demeke nêzîk de erka xwe dest pê bikin.

Li gor rêkeftina ku di Tebaxa 2021ê de di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê de hatiye îmzekirin, her du lîwayên hevbeş dê li navçeyên ku di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de valahiya ewlehiyê heye bên bicihkirin.

Lîwayek dê ji Xaneqînê ber bi Pirdê ve û ya din jî ji Pardê ve heta sînorê Iraq û Sûriyê were bicihkirin.

Her du lîwa dê nêzîkî 7 hezar û 500 endamên xwe hebin, her yek ji 4 lîwayan pêk tê, nîvê wan Pêşmerge û nîvê din jî ji artêşa Iraqê û girêdayî Fermandehiya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê ne.

Wezareta Berevaniya Iraqê dê mûçe û pêwîstiyên wan her du lîwayan dabîn bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst