Balyozê Iraqê: Rola Nêçîrvan Barzanî di pêwendiyên Iraq û Almanyayê de girîng e

27-06-2023
Ala Şalî
Ala Şalî
Nîşan Iraq Almanya Herêma Kurdistanê
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) - Balyozê Iraqê yê li Almanyayê Loqman Feylî pesna rola Serok Nêçîrvan Barzanî ya di pêşxistina pêwendiyên navbera welatên Ewropayê û Iraq û Herêma Kurdistanê da. Feylî bal kişand ku diyasporaya Kurd a li Almanyayê diyasporaya herî kevn a li Almanyyaê ye.

Loqman Feylî ji nûçegihana Rûdawê Ala Şalî re axivî û serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Almanyayê û pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel vî welatî nirxand.

Feylî got ku pêwendiyên Iraq û Almanyayê di qonaxeke baş de ne û piştî rêkeftinên sala borî yên ku di navbera her du welatan de hatine îmzekirin, pêşketinên mezin çêbûne.

Balyozê Iraqê yê li Almanyayê bal kişande ser wê yekê ku Almanya giringiyê dide pêwendiyên li gel Iraqê û got: “Daxwaza bihêzkirina pêwendiyên di navbera aliyan de bi gelek awayan heye û li ser vê bingehê serdana Serok Nêçîrvan Barzanî bo Berlînê dê bibe yek ji stûnên giring ên bihêzkirina pêwendiyên dualî.”

Loqman Feylî got, “Almanya li Ewropayê welatekî girîng e. Vîzyonek wê heye ku çavkaniyên enerjiyê dinirxîne. Bi taybetî piştî şerê li Ukraynayê, bû xwediya nêrînek navneteweyî ya mezintir. Xurtkirina pêwendiyên wan li gel hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê jî beşeke ji vê mijarê. Her wiha hewl tê dayîn ku têkiliyên navbera Berlîn û Bexdayê û Berlîn û Hewlêrê xurt bibin.”

Feylî bal kişand ser wê yekê ku Almanya wek hikûmet hinek berjewendiyên xwe li Iraqê hene û destnîşan kir, partiyên desthilatdar li wî welatî giraniyê didin mijarên wek mafên mirovan, rewşa kêmnetewan û şerê li dijî DAIŞê.

Balyozê Iraqê bi bîr xist ku Parlamentoya Almanyayê komkujiyên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî weke “jenosîd” qebûl dike û got, “Ev biryara Almanyayê ji bo Iraqê xaleke bihêz e. Ji bo alîkariya mexdûrên şerê li dijî DAIŞê û piştgiriya me bi Almanyayê re girîng e.”

Loqman Feylî bal kişande ser girîngiya rola Nêçîrvan Barzanî ya di pêşxistina pêwendiyên navbera welatên Ewropa, Iraq û Herêma Kurdistanê de û got: “Di vê çarçoveyê de serdana Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Almanyayê dê berhemdar û sûdmend be.”

Feylî diyar kir ku 400 hezar welatiyên Iraqê ku 40 hezar ji wan Kurdên Êzidî ne, li Almanyayê dijîn û diyasporaya Kurd a li wî welatî yek ji diyasporayên herî kevn e û got, “Di warê entegrasyonê de, girîng e ku têkiliyên bi parlamenter û rêveberiyên herêmî yên 16 eyaletên Almanyayê re bên xurtkirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst