Li Hewlêrê 4emîn Pêşangeha HITEX hat vekirin

06-06-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Hewlêr Pêşangeha HITEX
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro di merasîmekê de çaremîn Pêşangeha Navdewletî ya Teknolojiyê ya HITEX li Hewlêrê vekir. Di pêşangehê de ku dê 4 rojan bidome, nûtirîn îcad û berhemên teknolojîk hatine pêşandan.

Hefteya Teknolojiyê îro li Hewlêra paytext bi vekirina Pêşangeha Teknolojiyê ya HITEX dest pê kir. Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşangeh di demjimêr 10:00an de hat vekirin. Tora Medyayî ya Rûdawê jî sponsoriya medyayî yê pêşangehê dike.

Li gor rêkxerên pêşangehê, bala pêşangeha îsal li ser dîjîtalbûna cîhanê ye.

 

Di pêşangeha îsal de 121 kompanya ji 20 welatên cîhanê ve beşdar bûne. Herwiha di pêşangehê de dê heft panel bên lidarxistin ku panelîstên ji 7 welatan têde beşdar dibin.

Jibilî nîşandana berhemên teknolojîk, di Pêşangeha HITEX a Hewlêrê de dê konferans jî bê lidarxistin û dê stêrkên paşerojê û goşeya bibandor bên nasandin.

Wêne: Rûdaw

Pêşangeha vê carê çaremîn Pêşangeha HITEX li Hewlêrê ye û dê 4 rojan dom bike.

Yek ji wan karên giring ku di Pêşangeha HITEX de giringî pê tê dan, karên bazirganî yên biçûk (start up) in, di pêşangeha îsal de 32 karên wisa beşdar in û dê xwediyên wan bazirganiyên biçûk behsa fikr û bîrokeyên xwe bikin ji bo bidestxistina şansê hilberînê.

Wêne: Rûdaw

Tê texmînkirin bi hezaran kes serdana pêşangeha HITEX a Hewlêrê bikin. Amadekarên pêşangehê jî dibêjin, îsal 10 hezar kesan navên xwe tomar kirine daku di pêşangehê de amade bibin.

Wêne: Rûdaw

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst