Hewlêr (Rûdaw) – Li ser cadeya 60 Metriyê ya Hewlêrê bombeyek teqiya, ziyanên canê çênebûn.
Dijî Terorê ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser pireke peyayan a nêzîkî Mizgefta Spî ya Hewlêrê bombeyek teqiya.
Dijî Terorê ya Kurdistanê diyar kir ku di teqînê de ti ziyanên canî çênebûne.
Teqîn di demjimêr 18:29an de çêbû û piştî bûyerê çend welatiyan vîdeo ji Rûdawê re şand ku tê de diyar dibe dûman li ser pirê bilind dibe.
Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kir.
Li gorî wêne û dîmenan pirê zirar dîtiye û hinek afîşên ku li ser pirê hatibûne daleqandin ketine erdê.
Li ser cadeya 60 Metrî ya #Hewlêr'ê bombeyek hat teqandin pic.twitter.com/Ei466diQBB
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 1, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse