Tîma Hewlêrê derbasî fînala kûpaya Iraqê bû

31-07-2023
RÛDAW
Hewlêr û Bexda Hedûd hatin hemberî hev.
Hewlêr û Bexda Hedûd hatin hemberî hev.
Nîşan Hewlêr Kûpaya Iraqê Fînal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma futbolê ya Hewlêrê, di lîstika nîvfînalê ya Kûpaya Iraqê de, li hemberî tîma Bexda Hedûdê bi encama 1-0 bi ser ket û di dîroka xwe de cara ewil derbasî fînalê bû.

Li Bexdayê di lîstika nîvfînalê ya Kûpaya Iraqê de, li her du tîmên Hewlêr û Bexda Hedûd hatin hemberî hev.

Nîva yekem a lîstika Hewlêr û Bexda Hedûdê bê gol bi dawî bû.

Lîstikvanê Tîma Hewlêrê yê bi navê Mehmûd Xelîl, xuleka 52yan golek avêt û tîma xwe 1-0 xiste pêş.

Piştî vê golê hewlên tîma Bexda Hedûdê yên ji bo guhertina encamê bi ser neketin û lîstik bi encama 1-0 di berjewendiya tîma Hewlêrê de bi dawî bû.

Tîma Hewlêrê di dîroka xwe de cara yekem e ku di Kûpaya Iraqê de derket fînalê.

Li aliyê din, dê roja sêşemê rîkebera tîma Hewlêrê ya fînalê dê diyar bibe.

Tîma Qiwe Cewiyeyê û tîma Kerxê roja seşêmê têne hemberî hev û kîjan ji wan bi ser bikeve dê dibe rîkebera tîma Hewlêrê.

"Hêvî dikim kupa îsal were Hewlêrê"

Piştî lîstikê, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnav ji Rûdawê re got: “Em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya Hewlêrê bikin û soza xwe ya ji bo lîstikvanan bi cih bînin. Hêvî dikim kupa îsal were Hewlêrê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst