Nêçîrvan Barzanî diçe Bakuyê û bi Serokê Azerbaycanê re dicive

17-07-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Azerbaycan Herêma Kurdistanê Îlham Aliyev
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneka fermî diçe Azerbaycanê û biryar e bi serokê wî welatî re bicive.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê serdananê de ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê sibe Sêşemê 18ê Tîrmeha 2023yan bi serdaneka fermî ber biçe Azerbaycanê.

Li gor daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî dê li Bakuyê lilgel Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev re bicive.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Azerbaycanê dê behsa peywendiyên Azerbaycanê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşxistina hevkariyên hevbeş di warên cuda da bikin.

18ê Sibatê di duyemîn roja Konferansa Asayişa Munchenê de, Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev civiyabûn.

Aliyev di civînê de Barzanî ji bo Azerbaycanê vexwendibû û gotibû  ku ew ji bo vekirina konsulxaneya li Hewlêrê dixebitin.

Herdu serkirdeyan daxwaza xwe ji bo berfirekirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Azerbaycanê nîşan dan dabûn.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev 4ê Hezîranê jî di xwarina ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî hilbijartinên 18ê Gulanê li Enqereyê dabûn serkirdeyên cîhanî, hevdîtin kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst