Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameya 12 şervanên ku canê xwe ji dest daye eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 12 şervanan di operasyon û eniyên li Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê di şerê li dijî çekdarên Artêşa Niştimanî ya girêdayî Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şervanên HSDyê destanên lehengiyê dinivîsînin, bi taybet li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê.
Ev 28 roj in şervanan hemû êrişên komên leşkerî şikandin û efsaneya pozbilindiya dewleta Tirk têk birin.
Şervan bi hevgirtineke xurt a ji Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din berxwedaneke mezin raber kirin û raber dikin û rûmeta şêniyan heta dawiyê diparêzin."
Li gorî daxuyaniyê navên şervanan ev in:
“Tulay Mihemed, Xalîde Ebdullah, Mistefa Reşîd, Mahir Hesen Omer, Luqman El Xemîs, Mihemed Hemad, Ednan Mitras, Zuhêr Ebdullah Elî, Mîrxan Îbrahîm, Ehmed Mihemed, Bîlal Îbrahîm, Hemze El Hebîb.”
Di daxuyaniya HSDyê de tê dîtin ku 12 şervanên wê di navbera 2 û 4ê Kanûna Paşîn de canên xwe ji dest daye.
SOHR: 85 çekdarên niştimanî hatine kuştin
Li gorî zanyariyên Rûdawê yên herêmê êrişên çekdarên Artêşa Niştimanî ya girêdayî Tirkiyeyê li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê tund bûne.
Balafirên şer û dronên Tirkiyeyê bi berdewamî pêgehên HSD û stasyoneke elektrîkê bombebaran kirine.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê jî dîmenên paşmayên şer belav kirin.
Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di nava du rojan de 85 çekdarên Artêşa Niştimanî hatine kuştin, 16 şervanên HSDyê canê xwe ji dest daye 8 şervanên HSDyê jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse