Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî, gef li DEM Partiyê xwar û got, “DEM an dê bibe partiya Tirkiyeyê yan jî dê ji bilî neman û girtinê ti bijardeyekê wê nemîne.”
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî îro di civîna koma partiya xwe ya li parlamentoya Tirkiyeyê de derbarê geşedanên Sûriyeyê axivî.
Devlet Bahçelî ragihand ku piştî Til Rifetê dor hatiye Minbicê û dê hêzên Kurdan ji wê derê bên derxistin.
Bahçeli her wiha îdia kir ku ti peywendiya rûdanên li Sûriyeyê bi Kurdan re nîne û gef li DEM Partiyê xwar.
Serokê Giştî yê MHPyê got:
“DEM Partiya ku ji dûrxistina terorê ya ji ser sînorên me aciz e, heta niha helwesta xwe diyar nekiriye.
Bi berdewamî dûrneketina ji terorê xelet e. Berevajiyeke li dijî demokrasî û hiqûqê ye.
Ti peywena rûdanên bi birayên me yên Kurd re nîne. Ji rêxistina dabeşker a terorê re jiyan nîne.
Hemû rêxistinên terorê li dijî me ne. Birayên me yên Kurd canê me ne, PKK, YPG û PYD dijiminê me ne.
DEM an dê bibe partiya Tirkiyeyê yan jî dê ji bilî neman û girtinê ti bijardeyekê wê nemîne.
An dê teror biqede û Tirkiye biharê bibîne, yan jî heta çekdarê dawî bimîne dê bibin armanc û ji vê yekê xilas nebin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse