Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê du gundên bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bi çekan pev çûn.
Xelkê gundên Taşlûg û Hemamkê bi klaşnîkovan li hember hev derketin û şerê hev kir.
Berî 60 salî di navbera wan de, ji ber 18 hektar zevî şer hebû.
Piştî ewqas sal dema ku aliyek ji wan diçe hinek zeviyên aliyê din cot dike, dîsa pevçûn derdikeve.
Xelkê her du gundan li hemberî hev cebheya şer vedikin û şerekî giran dest pê dike.
Ji her du aliyan hinek kes ji aliyê asayîşê ve hatin girtin.
Li Kobaniyê şer: Du gund pev çûn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 6, 2024
Lê binêrin Dilbixwîn Dara li ser vê mijarê çi dibêje pic.twitter.com/QUG1D4ETMk
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse