Ji 15 baroyên Bakurê Kurdistanê li dijî birîna budceya HDPê daxuyaniya hevbeş

06-01-2023
RÛDAW
Nîşan HDP
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Baroyên 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş karvedan nîşanî biryara Dadgeha Destûra Tirkiyê ya astengkirina hesabên bankeyan yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  nîşan dan ku HDP bi rêya wan hesaban alîkariyên hilbijartinê ji xezîneyê werdigire. Wan baroyan di daxuyaniya xwe de ragihandine biyar li dijî hiquqê û destûrê ye û biryar weke destwerdaneke hilbijartinan binav kirine.

Di demekê de ku doza girtina HDPê berdewam dike Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê berî ku doz bigihe encamekê duh roja Pênceşêmê 5ê Çileya 2023an li ser daxwaza Serokê Dadgeha Bilind a Tirkiyê  biryar da ku hesabên wê yên bankeyan bo alîkariyên xezîneyê bên astengkirin ku HDP bi rêya wan hesaban budçeya xwe ya propgandeyên  hilbijartinê ji xezîneyê werdigire.

Di demekê de ku biryar e 10ê Çileya 2023an alîkariyên xezîneya Tirkiyê li ser partiyên siyasî bê dabeşkirin, ev biryar di nav beşek ji  aliyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl de bû sedema karvedanan.

Îro roja Înê 6ê Çileya 2023an baroyên 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş piştevaniya xwe ji bo HDPê nîşan dan û nerazîbûna xwe li hember vê biryara Dadgeha Destûrê nîşan dan.

Baroyan di daxuyaniya xwe de diyarkirine ku biryara astengkirina hesabên HDPê nehiquqî ye û biryar weke destwerdaneke hilbijartinan binavkirine.

Ew her 15 Baroyên Bakurê Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya hevbeş de dibêjin, “Daxwazên qûtkirina alîkariyên xezîneyê gelek caran ji aliyê aktorên polîtîk ve hatiye kirin. Ev mijar di gelek waran de li dijî Destûrê û yasayê ye. Di serî de maddeya 69 ya destûrê dibêje di dawiyê de dozê de dijayetiyek hatibe diyarkirin, dikare beşek alîkariyan an jî temamiya van alîkariyan bê qutkirin. Li gor maddeya 69ê ya destûrê dayîna biryareke dawiyê ji aliyê Dadeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê ve di bin nave tedbîrê de, biryareke alîgir û pêşwext e û bi eşkere li dijî hikmê “amîr” ê Destûrê ye.”

Baroyan di beşeke din a daxuyaniya xwe de gotine, “Li gor maddeya 149emîn a Destûrê ji bo ku di  dozên girtina partiyên siyasî û  bêbeşkirina wan ji alîkariya dewletê biyar bê dayîn, divê ew endamên ku tevlî civînê bûne di çarçoveya merca  2 li ser sêyê piraniya dengan biryarê bidin. Wergirtina biryara tedbîrê ya dadgehê li dijî vê mercê bi eşkere nîşan dide ku biryar ji bingehên hiquqî dûr e.”

Di dawiya daxuyaniyên 15 baroyan de tê gotin, “Ti nîqaş li ser wê yekê nîn in ku ev biryar di warê Destûrî û yasayî de biryareke seqet e. Di demekê de li welatê me keşûhewayê hilbijartinan destpêkiriye, dayîna biryareke wiha ji aliyê Dadgeha Destûrê ve tê wateya destwerdana Dadgeha Bilind di hilbijartinan de û destwerdana siyaseta demokratîk. Em weke baroyên ku li jêr îmezeya wan heye  bang dikin ku dadgeha destûrê ji vê biryara xwe vegere ku bi eşkere li dijî hikmên destûrê û yasayê ye û siberoja Tirkiyê û avakirina demokrasiya dixe metirsiyê.”

Daxuaniya hevbeş ji aliyê 15 baro baroyên van parêzgehên Bakurê Kurdistanê ne ve hatiye belavkirin: Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlig, Bedlîs, Dêrsim, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şernex û Wan.

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahin 19ê Kanûna 2022an daxwaz kiribû  di çarçoveya doza girtinê de budceya alîkariya hilbijartinan bi hinceta peywendiya ligel PKKê bo HDPê neyê dayîn û budceya wê bê qutkirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê doznemaya doza girtina HDPê ku ji aliyê Serokê Dadeha Bilind a Tirkiyê ve  hatibû amadekirin, qebûl kiribû.

Di demekê de ku doza girtina HDPê berdewam dike, Bekîr Şahîn 19ê Kanûna 2022an daxwaz kiribû ku  budceya alîkariya hilbijartinan ku berî hilbijartinan ji bo kampanyayên hilbijartinan ji partiyên siyasî re tê dayîn bo HDPê neyê dayîn û budceya wê bê qutkirin

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst