Ji 65 şaredariyan tenê 6 şaredarî di destê HDPê de man

05-10-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Danîna qeyûman di mijdara 2016an de ji Amedê dest pê kir
Danîna qeyûman di mijdara 2016an de ji Amedê dest pê kir
Nîşan Amed Şaredarî Qeyûm HDP AKP Kurd
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Di nava salekê de ji 65 şaredariyên HDP'ê bi riya danîna qeyûman tenê 6 şaredarî di destê wê de man. Di nava vê pêvajoyê de 3 şaredariyên bajarên mezin, 5 şaredariyên bajaran û 40 şaredariyên navçeyan ji destê HDP'ê hatin derxistin.

Hin şaredariyên ku HDPê qezenç kiribû jî bi riya nedana mazbetayan jê standin. HDP danîna qeyûman weke qirkirineke siyasî dinirxîne. Lê AK Partî jî jî berevajî HDP'ê weke karekî hiqûqî dinirxîne.

Danîna qeyûman a li ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam e. Herî dawî Hevşaredarê bajarê Qersê Ayhan Bîlgen hate zindankirin û ji kar hate dûrxistin. Di şûna hevşaredarê HDPî de waliyê Qersê weke qeyûm hate danîn.

Yek ji hevşaredarê ku ji kar hatiye dûrxistin jî hevşaredarê navçeya Erxenê ya Amedê Ehmed Kaya ye. Li gorî Kaya, danîna qeyûman li hemberî kurdan girtina riya siyaseta demokratîk e.

Ehmed Kaya, Hevşaredarê ji kar dûrxistî yê Erxenê dibêje, “Mexseda wan îradeya gelê kurd bişkînin û nehêlin kurd şaredariyan îdare bikin. Di bingeha zîhniyeta qeyûman de ev heye; bila kurd xwe bi xwe îdare nekin, bila xwe bi xwe temsîl nekin. Lewre ev ê bibe adetek. Ger kurd hîn bibin xwe sewq û îdare bikin sibê dê daxwaza mafên zêdetir bikin. Ev jî li hisabê wan nayê.”

Pêvajoya danîna qeyûman piştî derbeya 15ê Tîrmeha sala 2016an, di meha mijdara heman salê ji Amedê dest pê kir. Rêveberên AK Partiyê danîna qeyûman weke karekî hiqûqî dinirxînin.

Serdar Budak, Serokê AK Partiya Amedê diyar dike, “Kes ji me naxwaze şaredar an jî parlamenterek an jî kesekî din ji karê xwe bê dûrxistin. Tu kes ji me ev tişt naxwaze. Lê kî dibe bila bibe, dixwazî bila şaredar be, dixwazî bila parlamenter be, mafê tu kesî tune ye ku tawanê bike û jê re jî bêje azadî. Ez hatim hilbijartim û êdî dikarim her tawanê bikim; an jî ez hatim hilbijartin êdî tawanên min ên berê nelê ne, kes nikare tiştekî wisa bibêje. Di dawiya dawî de em li dewleteke hiqûqê dijîn û azadiya tu kesekî ya tawanê nîn e û divê nebe.”

Piştî hilbijartinên 31ê Adara 2019an jî danîna qeyûman berdewam kir. Amed, Wan û Mêrdîn jî tê de 3 şaredariyên bajarên mezin, 5 şaredariyên bajaran û 40 şaredariyên navçeyan ji destê HDPê hatin derxistin. Ji 65 şaredariyan niha di destê HDPê de tenê 6 şaredarî mane.

Heta niha 48 şaredarî ketine destê qeyûman û di destê HDPê de tenê 6 şaredarî mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst