Abdullah Zeydan mazbata wergirt: ‘Birîn heye, texrîbat heye lê derman jî heye’

05-04-2024
Abdullah Zeydan: Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Abdullah Zeydan: Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Abdullah Zeydan Wan Neslîhan Şedal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan got, “Rast e, birîn heye, texrîbat jî heye lê derman jî heye. Derman em in, gelê me ye, fikriyata me ye.”

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di hilbijartinên 31ê Adarê de ji sedî 55,48ê dengan wergirtin û bû yekem.

Lê lijneya Hilbijartinan a Wanê biryar da mazbataya şaredarbûnê bide namzedê AK Partiyê ku li Wanê bûbû duyemîn.

Ev biryar li seranserê Bakurê Kurdistanê hat protestokirin.

Piştre Nûnerê DEM Partiyê yê Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) Mehmet Ruştu Tiryakî ragihand ku dê YSK mazbatayê bide Abdullah Zeydan.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan piştî wergirtina mazbatayê ji Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak re axivîn.

“Em natirsin”

Abdullah Zeydan da zanîn, ji ber ku ew mafdar bûn neditirsiyan û got:

“Em natirsin. Mirovên ku têkoşîna aştî û edaletê dikin, ne tirsonek in. Em ji xwe bawer in, em ji gelê xwe bawer in.

Me zanîbû ku dê edalet were cih.”

Zeydan spasiya kesên ku çûn ser sindoqan û li îradeya xwe xwedî derketin kir û berdewam kir:

“Hinek neheqî hatin lê têkoşîna gelê Kurd, gelên aştîxwaz û gelên Tirkiyeyê piştgiriyeke mezin da gelê Wanê û YSKyê dawiyê biryareke hiqûqî da.”

“Texrîbateke giran û birîneke kûr heye”

Abdullah zeydan li ser pirsa, “We şaredarî stand, hûn dê ji îro pê ve çi bikin?” got:

“Li bajarê me texrîbateke mezin hat kirin, qeyûmên AKPyê tenê derdora zwe zengîn kir, wan xizmet nekir.

Em dizanin texrîbateke giran û birîneke kûr heye lê em ji xwe, fikriyata xwe, pisporiya xwe û gelê xwe bawer in.

Me tim digot, em dê bajarê xwe bi hev re bi rê ve bibin.

Rast e, birîn heye, texrîbat jî heye lê derman jî heye.

Derman em in, gelê me ye, fikriyata me ye. Em dê birîna xwe bi hev re derman bikin û bajarê xwe rakin ser pêyan.

Em dê ji îro pê ve xizmeteke baş, layiqî gelê xwe bikin.

“Miletê me layiqî her tiştî ye”

Em dê 24 satean, bi şev û roj bixebitin û ji gelê xwe re xizmeteke baş bikin.

Me di vê pêvajoyê de jî dît ku miletekî me yê xwedîçand, biesl û birûmet heye û layiqî her tiştî ye.

Îşalah em dê jî xizmeteke baş û layiqî gelê xwe bikin.”

Dema ku hikûmetê salên 2014 û 2019an qeyûm danîbûn ser şaredariyên di destê BDP û HDPyê gelek karmend û xebatkarên şaredariyan ji kar hatibûn derxistin û kesên nêzîkî desthilatê li cihên wan hatibûn bicihkirin.

“Jûrên xwe vala kirine”

Abdullah Zeydan li ser wan kesan jî got:

“Ez bawer nakim bi me re bixebitin. Li gorî agahiyên me, hinekan ji wan tayîna xwe rakiriye û hinekan jî jûrên xwe vala kirine.”

Zeydan diyar kir ku ew dê kesên ji Wanê û ku ji nava dilê gel derketine, xelkê nas dikin tercîh bikin û pê de çû:

“Jixwe ev normal e, her partî vê dike. Li Enqere û Stenbolê jî partiyên ku bi ser dikevin bi kadroyên xwe re dixebitin.”

“Em dê çareyekê ji gelê xwe yê mexdûrkirî re bibînin”

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedalê diyar kir, hewl hat dayîn ku mafê wan ji wan bistînin lê bi têkoşîna gel ev maf dîsa hat standin.

Neslîhan Şedalê got “Em dê çareyekê ji gelê xwe yê mexdûrkirî re bibînin” û berdewam kir:

“Karê me yê ewilî ew e ku em çareyekê ji wan mexdûran re bibînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst