Xelkê Wanê ji Abdullah Zeydan çi dixwaze?

06-04-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Hevşaredaran karên ku pêşî bikin bi Rûdawê re parve kir
Hevşaredaran karên ku pêşî bikin bi Rûdawê re parve kir
Nîşan Abdullah Zeydan Wan Şaredarî
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal piştî aloziya çend rojan dest bi kar kir.

Hevşaredaran karên ku pêşî bikin bi Rûdawê re parve kir.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, bi hevseroka xwe Neslîhaan Şedal re çû Lijneya Bilind a Hilbljartinan û mazbata xwe hilda.

Abdullah Zeydan êdî bi awayî fermî bû şaredarê Wanê lê ji ber ku sîstema DEM Partiyê bi hevşaredartiyê tê birêvebirin, di pratîkê de Şedal jî bi qasî Zeydan berpirs e.

Baş e ji îro û pê de herdu hevşaredar dê ji ku dest bi kar bikin?

“Miletê layiqî her tiştî ye”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan got:

Em dê ji îro pê ve xizmeteke baş, layiqî gelê xwe bikin.

Em dê 24 satean, bi şev û roj bixebitin û ji gelê xwe re xizmeteke baş bikin.

Me di vê pêvajoyê de jî dît ku miletekî me yê xwedîçand, biesl û birûmet heye û layiqî her tiştî ye.

Îşalah em dê jî xizmeteke baş û layiqî gelê xwe bikin.”

Piştî mazbatayan her du hevşaredaran berê xwe dae Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û dest bi kar kir.

Welatiyên Wanê ji Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedalê xizmeteke baş dixwazin.

Xelkê Wanê dixwaze bajarê wan bikin bajarekî sereke yê pêşketî.

“Em li hêviya xizmeteke bêalî ne”

Welatî Nevzad Yakut got, “Em li hêviya ximeteke bêalî, wekhev û baş in. Ez tiştekî din nabêjim. Ji xelkê Wanê re pîroz be.”

Welatî Halid Borak jî got, “Divê ewil berê xwe bide feqir û hêjarên xwe û bila piştê xwe jî berê xwe bide xelkê xwe.”

Welatî Fuat Ozbek jî xwest ku çi xizmetên pêwîst hene bêne kirin û got, “Divê em li hemberî partiyên din li paş nemînin.”

“Em dê berê geştyarên cîhanê bidin Gola Wanê”

Welatî Şevket Çetîn amaje bi wê yekê kir ku bajarê Wanê cihê geştyariyê ye û got:

“Em dê li gel şaredariya xwe berê geştyarên cîhanê bidin Gola Wanê.”

Welatiyê bi navê Rifat Delen jî wiha hestên xwe anîn zimna, “Bijî Kurdistan û bijî miletê Wanê.”

Di Hilbijartinên 31'ê adarê de Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedalê ji sedî 55 deng wergirtibûn û şaredarî bi dest xistibûn.

Lê Lijneya Bilind a Hilbijartinan biryar dabû li şûna DEM Partiyê mazbataya şaredarbûnê bide Namzedê AK Partiyê.

Li ser vê yekê li Wanê alozî derketibûn û lijneyê piştî aloziyan biryara xwe paşve kişandibû û mafê şaredarbûnê careke din dabû berbijêrê DEM Partiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst