Şaredariya Amedê dê maskan belavî welatiyan bike

05-04-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku di çarçoveya tedbîrên vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) de maskan çêdikin û dê bêpere belavî welatiyan bikin.

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hasan Basrî Guzeloglu diyar kir ku Lijneya Pandemiyê ya Bajêr ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa koronayê hinek biryar dane.

Basrî Guzeloglu bi bîr xist ku li cihên komî mecbûrî heye ku maskan bidin ber dev û pozê xwe û ragihand ku wek Şaredariya Bajarê Mezin dest bi hilberîna maskan kirin.

Guzeloglu got ku "Şaredariya me ya Bajarê Mezin dê her roj ji bo Rêveberiya Tenduristiyê ya Bajêr 20 hezar mask û 200 rûpêçên bi sîper peyda bike."

Bi gotina qeyûm dê demek kurt li hemû bajêr dest bi belavkirina maskên bêpere bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst