Hewlêr (Rûdaw) – Konsulxaneya Çînê ya Hewlêrê dê di 90 rojan de li Hewlêrê parkekê çêbike.
Berpirsê Ragihandinê ya Endezyariya Parkan a Hewlêrê Serwer Weysî ji Rûdawê re got:
“Ew park li taxa Naznazê ya Hewlêrê tê çêkirin.
Park li gorî şêwaza Çîniyan e, ango ew dê li gorî çanda xwe ava bikin û dest bi avakirinê hatiye kirin.”
Serokê Şaredariyê û Birêvebirê Endezyariya Park û Baxçeyên Hewlêrê 12ê Çiriya Paşîn a 2023yan Konsulê Giştî yê Çînê yê Hewlêrê pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de, gotûbêj li ser projeya avakirina parkeke mezin hat kirin ku bi dîzayneke modern, bi şêwaza Çînî û li ser 11 hezar metre çargoşe ji aliyê Konsulxaneya Çînê ve li bajarê Hewlêrê were avakirin.
Berpirsê Ragihandinê ya Endezyariya Parkan a Hewlêrê Serwer Weysî da zanîn ku çêkirina vê parkê li ser daxwaza Çîniyan bi xwe bûye.
Her wiha wan bi xwe xwestiye ku li taxa Naznazê çêbikin ku 4,5 donim erd e.
“Nêzîkî ji sedî 40ê parkê temam bûye”
Berpirsê Ragihandinê ya Endezyariya Parkan a Hewlêrê Serwer Weysî da zanîn:
“Mesrefa çêkirina parkê li ser Konsulxaneya Çînê ye.
Birêvebiriya Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Şaredariyê çavdêriyê dikin.
Endazyarên Birêvebiriya Endezyariya Parkan beşdarî bicihkirina projeyê dibin.”
Berpirsê Ragihandinê ya Endezyariya Parkan a Hewlêrê Serwer Weysî got:
“Niha dest bi çêkirinê hatiye kirin û nêzîkî ji sedî 40ê parkê temam bûye.
Taybetmendiyên wê sade ne, di nav de sîvan, cihê rûniştin û bazdanê dê hebin.
Biryar e di 90 rojan de were qedandin.”
Derbarê taybetmendiyeke din a parkê de, Server Weysî destnîşan kir ku dîzayna wê çanda wan bi xwe ye, bi zad û gulên cur bi cur dê were xemilandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse