Hewlêr (Rûdaw) - Pênc sal in xwendekara zanîngehê Gulistan Doku ku li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê wenda bûbû heta niha nehatiye dîtin.
Gulistan Dokuya ji Ameda Bakurê Kurdistanê dema li Zanîngeha Dêrsimê dixwend, 5ê Kanûna Paşîna 2020î piştî ji şevîmana zanîngehê derket derve, winda bû û ji wê rojê ve tiştek derbarê wê de nayê zanîn.
Îro salvegera roja windabûna Gulistan Dokuyê ye û 5 sal in malbata wê çarenivîsa keça xwe nizan in.
Malbat daxwaza zelalkirina çarenivîsa keça xwe dike û dibêje, hevalê wê Zeynal Abarakov ê welatiyê Rûsyayê ku dayika wî bi polîsekî Tirk re zewicî ye, keça wan wenda kiriye.
Tevî ku Abarokov û bavê wî yê polîs Engîn Yucer wekî gumandar hatin nîşandan jî lê derbarê wan de lêpirsîneke bi bandor nehat kirin û heta niha jî çarenvisa Gulistan Doku ne diyar e.
Li gorî amarên Komaleya Malbatên ku Kesûkarên Xwe Windakirine, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her sal bi awayekî navendî derdora 5 hezar kes wenda dibin.
Li gorî heman amaran, ji sê kesên winda 2 ji wan zarok û jin in. Piraniya caran kesên winda mirî tên dîtin lê hinek car tevî ku bi dehan sal derbas dibin jî nayên dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse