Dêrsim; Jineke Kurd dest bi dirûtina cilûbergên dîrokî kiriye

29-06-2023
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Ayşe Sûrme Aylu Amed Cilûberg
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Jineke Kurd li Dêrsimê piştî salên dûr û dirêj dest ji pîşeya xwe ya rojnamevaniyê berda û bi xurtkirina şarezatiya xwe ya di dîzaynê de, dest bi dirûtina cilûbergên dîrokî yên sedsala 18an û vir de kiriye.

Ayşe Sûrme Aylu di mala xwe de ku beşeke wê veguheriye atolyeyê, cil û bergên sedsala 18emîn li gor rojên îroyîn dîzayn dike û didirû.

Ew keça Kurd li Amedê beşdarî kursên fêrbûna dîzaynê bûye û paşê li bajarê Dêrsimê bicih bûye û dest bi karê dîzaynkirina cilûbergan û dirûtina cilûbergan kiriye.

Ayşe Surme wan cilûbergên ku bi dîzaynên balkêş didirû, bi riya medyaya civakî difiroşe.

Ayşeyê dema 8 salan karê rojnamevaniyê dikir, lê belê dest ji pîşeya xwe berda û li pey hezkirin û xeyala xwe ket û dest bi dirûtina kincên sedsala 18 û şûnde bi dîzaynên nû kir.

Aylu dibêje, dema em cilên kevnar didirû, hestê rêwîtiya dîrokê dide wê û ew gelek bi heyecan dibe.

Aylu piştî zewacê li Dêrsimê bi cih bûye û tekez dike, li Dêrsimê her tişt biha ye û qumaşê ku ew dixwaze peyda nabe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst