Jin herî zû li Agiriyê û herî dereng li Dêrsimê dizewicin

07-03-2024
RÛDAW
Nîşan Kar Zewac Dêrsim Agirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku jin herî kêm li bajarên Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê dixebitin.

TUIKê “Amarên Jinan ên 2023yan” eşkere kirin.

Li gorî amaran bi bilindbûna asta perwerdeyê re rêjeya jinên ku dixebitin zêde dibe.

Jin herî zêde bi rêjeya ji sedî 37,4an li bajarên Trabzon, Ordu, Gîresun, Rîze, Artvîn û Gumuşhane yên Tirkiyeyê dixebitin.

Herwiha herî kêm jî bi rêjeya ji sedî 18,2yan li bajarên Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê dixebitin.

Li gorî amaran herî kêm jinên xwenda dixebitin.

Ji sedî 13,9ê jinên ku dixebitin ên dibistanek temam nekiriye û herî zêde jî jinên ku perwerdeya bilind temam kiriye dixebitin.

Ji sedî 68,8ê jinên ku dixebitin ên perwerdeya bilind temam kiriye pêk tên.

Dîsa li gorî heman amaran, li tevahiya Tirkiyeyê bi giştî jin di 25,7 salî de dizewicin û mêr di 28,3 salî de dizewicin.

Bajarê ku jin û mêr herî dereng dizewicin Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye.

Li Dêrsimê bi giştî jin di 29 salî de û mêr di 32,7 salî de dizewicin.

Jin herî zû li bajarê Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê û mêr herî zû li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê dizewicin.

Li Agiriyê jin di 22,9 salî de û li Rihayê mêr di 26,2 salî de dizewicin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst