Rêveberiya Xweser ‘Yasaya Parastina Zarokan’ pesend dike

04-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê  “Yasaya Parastina Zarokan” pesend dike û di destpêka sala 2022yan de dikeve warê cîbicîkirinê.

Hevseroka Nivîsgeha Parastina Zarokan di Milmilaniyên Çekdar de, ya ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Newroz Elî ragihand ku li gorî rêkeftina ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Neteweyên Yekbûyî de hatiye îmzekirin, Rêveberiya Xweser ew Nivîsgeha Parastina Zarokan di yekê Cotmeha 2020an de vekir û hejmarek ji nivîsgehan ser bi wê nivîsgehê hene.

Li gorî gotina Newroz Elî, peyreweke navxwe ji wan nivîsgehan re hatiye danîn û daxuyaniyeke giştî derbarê sînordarkirin û rêgirîkirinê li ber karkirina zarokan ragihand. Di nav de jî rawestandin û qedexekirina leşkerkirina zarokan.

Newroz Elî nîşan bi wê yekê jî da ku kar li ser cîbicîkirina mafên zarokan di perwerde û fêrbûnê de dikin, tekezî li ser wê yekê jî kiriye ku di destpêka sala 2022yan de, Yasaya Parastina Zarokan li Rêveberiya Xweser dê bê pesendkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst