Rêveberiya Xweser ji bo koçberên ji Libnanê reviyane 3 kamp amade kirine

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Koçber Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 3 kamp ji bo koçberên Sûriyeyê yên ji Libnanê reviyane destnîşan kirin

Li Rojavayê Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina koçberên Sûriyeê yên ji ber şerê Libnanê direvin şaneyeke krîzê hatiye sazkirin.

Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser bi deste û ofîsên pêwendîdar re koçberan bicîh dikin.

"Em pêşwaziya hemû Sûriyeyiyên ji Libnanê hatine dikin"

Hevserokê Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser Elî Hico got:

"Ji dema pêketina şerê li Libnanê, Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser şaneya krîzê saz kir û Desteya Navxwe jî aliyek e di vê şaneyê de.

Me ji destpêkê ve deriyên sînorî yên Rêveberiya Xweser agahdar kirin da ku ji koçberên Sûriyeyî yên ji Libnanê tên re asankariyan bikin.

Me hemû rêkar ji bo birayên xwe yên koçber wergirtine da ku bi ewlehî û aramî bigihên navçeyên xwe.

Em pêşwaziya hemû welatiyên Sûriyeyî yên ji Libnanê hatine dikin."

Şaneya Krîzê da ku bikaribe bê astengî pêşwaziya koçberan bike, hevahengiyê ligel Nûneratiya Rêveberiya Xweser a li Libnanê dike.

Li Rojavayê Kurdistanê ji bo bicîhkirina van koçberan 3 kamp hatine diyarkirin.

"Li Libnanê komîteyek hatiye avakirin"

Endama Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Gulistan Eliyê got:

"Sê kamp bo koçberan hatine destnîşankirin, kampên Newroz, Erîşe û Ednaniye.

Ew koçberên bê mal û bê kesûkar wê li van kampan bên bicîhkirin.

Her wiha koçberên ku mal û kesûkarên wan jî hene li van kampan tên vehewandin, di dema hejmara koçberan roj bi roj zêde dibe. Hevdem li Libnanê jî ji bo koçberan komîteyek ji aliyê Nûneratiya Rêveberiya Xweser hatiye sazkirin ku hevahengiyê li gel şaneya krîzê ya li navçeyê dike."

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, heta niha zêdeyî 230 hezar koçberên Sûriyeyî yên li Libnanê û koçberên Libnanî ji ber şer derbasî Sûriyeyê bûne.

Şaneya Krîzê ya Rêveberiya Xweser jî dibêje, wan heta niha nêzîkî 8 hezar koçber bi cîh kirine.

Li aliyê din, Heyva Sor a Kurdî jî ji bo van koçberan dest bi kampanyaya komkirina alîkariyan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst