LICÊ - 20 ton heşîş hat şewitandin: 10 milyar lîreyên Tirkî dike

19-04-2025
RÛDAW
Nîşan Licê Heşîş Şewitandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Licê ya Ameda Bakurê Kurdistanê zêdetirî 20 ton heşîşî hat şewitandin ku 10 milyar lîreyên Tirkî dike.

Parêzgariya Amedê da zanîn ku ew heşîş di operasyonên salên 2023-2024an de li Amedê de hatine bidestxistin û 20 ton 766 kîlo û 679 gram in.

Parêzgariya Amedê di daxuyaniya xwe de ragihand:

“Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgehê, Fermandariya Alaya Komandoyên Cendirmeyan a Licê û Fermandariya Cendirmeyan a Licê di 226 operasyonên li dijî narko-terorê de ku di salên 2023-2024an hatine kirin de, 7 ton û 692 kîlo û 512 gram toz esrar û 13 ton û 74 kîlo û 167 gram heşîş ku bi giştî 20 ton û 766 kîlo û 679 graman dike, bi dest xistin.”

“200 lître mazot hat bikaranîn”

Li gorî nûçeya DHAyê, heşîşa ku hat şewitandin li bazarê 10 milyar lîreyên Tirkî dike.

Heşîş bi beşdariya heyeteke ku ji aliyê Parêzgariya Amedê ve hat avakirin, li qada şewitandina madeyên hişbir a Fermandariya Cendirmeyan a Licê hatin şewitandin.

Ji bo şewitandina heşîşan 200 lître mazot hat bikaranîn.

Di çarçoveya lêpirsînan de li dijî hezar û 941 kesan doza yasayî hat vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst