Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Kanîmasêya Başûrê Kurdistanê werşeqê ku kêm tê dîtin hat dîtin.
Li Çiyayê Zinarê yê di navbera navçeya Qilebana Şirnexê û devera Kêsteya nahiyeya Kanîmasê ya Başûrê Kurdistanê de werşeqek hat dîtin ku wekî cureyê di bin metirsiya jinavçûnê de tê binavkirin.
Dîmen ji aliyê welatiyekî ji navçeya Qilebanê ve bi telefonê hatine tomarkirin û ji Rûdawê hatine şandin.
Werşeqa ku navê wê yê zanistî Lynx e û ajelekî kovî ye di malbata pisîkan de cih digire.
Ji ber ku çermê werşeqan pir stûr e, dikarin di şert û mercên pir sar de bijîn.
Ev cure ajel di nava daristanan de û li herêmên bilind ên çiyayî dijîn.
Werşeq li gorî giraniya xwe pir bilez in, bi piranî pezkovî û xezalan nêçîr dikin.
Werşeq cure ajeleke ku metirsiya nemanê li ser e.
Sedema herî mezin a vê yekê ew e ku ji bo çermê wan tên nêçîrkirin û mirov rêzê li qedexeyên nêçîrê nagirin.
Sala borî li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê li nêzîkî Gola Masiyan jî şivanan bi kameraya telefonê dîmenên werşeqekî tomar kiribûn.
Koordînatorê Zanistê yê Komeleya KuzeyDogayê Emrah Çoban piştî nerîna li dîmenan ragihandibû ku ew werşeq e ku metirsiya nemanê li ser e.
Li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê werşeqek hat dîtin#Kurdistan #Werşeq pic.twitter.com/N9whhqvLFm
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 18, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse