COLEMÊRG- Bi hezaran kes li dijî danîna qeyûm kom bûn: 'Ew dagirker in'

13-06-2024
RÛDAW
Mitînga DEM Partî û DBPyê ya Colêmergê / Wêne: Rûdaw
Mitînga DEM Partî û DBPyê ya Colêmergê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Colemêrg Qeyûm Mitîng DEM Partî
A+ A-

COLEMÊRG – DBP û DEM Partiyê û Tifaqa Ked û Azadiyê li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, li dijî danîna qeyûm mitîngek li dar xist û bi hezaran kes di mitîngê de kom bûn.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tifaqa Ked û Azadiyê li dijî danîna qeyûm a li ser Şaredariya Colêmêrgê mitîngek li dar xist.

Mitîng li Qada Otogarê ya bajêr hat li lidarxistin. 

Alîgirên DEM Partiyê û DBPyê û xelkê Colêmergê bi hezaran kes li qada mitîngê hazir bûn.

Xelkê di mitîngê de sloganên wekî,“Şaredarî yên gel in, Colêmerg a me ye” avêt û govend gerand.  

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî beşdarî mitîngê bûn û di mitîngê de axivîn.

Hatîmogûllariyê amaje bi wê yekê kir ku danîna qeyûman qebûl nakin û wiha axivî:

“Em vê qebûl nakin. Em dê şaredariyên xwe li her derê ji bo demokasî, mafê mirovan, paşeroja welat, gelên Tirkiyeyê biparêzin.

Em dê şaredariyên xwe bi gelê xwe re biparêzin.”

Bakirhan: Ew dagirker in

Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku dê berxwedana xwe mezintir bikin û wiha got:

“Colemêrg a me ye. Em bi xwe Colemêrg in. Ew dagirker in. Erdogan dibêje, ‘Em li gorî hiqûqê tevdigerin’. Li Kurdistanê qanûnê li dijî Kurdan pêk tînin.

Ew qanûn qanûna dijminatiyê ye. Ji bo ev qanûna dijminatiyê ya li vê erdnîgariyê bi dawî bibe em dê di berxwe bidin.”

 

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3yê Hezîranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş jî heman rojê li Wanê hat desteserkirin.

Mehmet Siddik Akiş doh li Dadgeha 1emîn a Cezayê Giran a Colemêrgê hat darizandin.

Dadgehê biryara xwe eşkere kir û 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Mehmet Siddik Akiş.

Dadgehê ev ceza bi hinceta “birêvebirina rêxistinê” li Mehmet Siddik Akiş birî.

DEM Partiyê piştî danîna qeyûm biryar da li hemû şaredariyan dest bi nobetê bike.

Piştî vê biryarê jî li bakurê welêt pêleke qedexeyan dest pê kir û li 12 parêzgehan qedexeya çalakiyan hat ragihandin.

RADEDITORSAVEDTAG_script async src="https://platform.twitter.com/widgets.js" charset="utf-8"></script

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst