DUHOK – Agir bi kampa Şariya ya penaberan ket

04-06-2021
RÛDAW
Nîşan Kampa Penaberan Kampa Şariya Duhok Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kêliyek berî niha agir bi kampa Şariya ya penberan ya li nêzîk bajarê Duhokê ket.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, agirekî mezin li Kampa Şariya ketiye û tîmên agirvemirandinê piştî demekê gihîştin nav kampê.

Li nav kampê dûkeleke mezin ber bi esman ve bilind bûye.

Hêj hûrgiliyên çawaniya derketina şewatê nehatine zanîn.

Nişteciyên kampa Şariya ji dereng gihîştina tîmên agirvemirandinê bigazind in û dibêjin, tevî ku wan zû berevaniya sivîl ji şewata li kampê agahdar kiriye, lê tîmên wan dereng gihîştine cihê bûyerê.

Peyamnêrê Rûdawê dibêje, li gor agahiyên destpêkê di şewatê de heta niha derdora 400 çadirên penaberan şewitîne.

Hebûna tubên gazê û madeyên sotemeniyê li nav kampê û di nav çadiran de bûne sedema berfirehbûna şewatê.

Di dema weşana zindî ya Rûdawê ya bo rûmalkirina şewata li kampa Şariya de, teqînek mezin di nav kampê de çêbû, ku tê texmînkirin ji ber teqîna tuba gazê be.

Peyamnêrê Rûdawê Nasir Elî ragihand ku gaz, neft û botlên gaze yên li nav kampê bûne sedema ku şewat her berfireh bibe û kontrolkirina şewatê jî zehmet bikeve.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter jî ji bo agahdarbûna ji rewşê gihişt Kampa Şariya û ji peyamnêrê Rûdawê re tekez kir, zerarmendên şewatê dê bên qerebûkirin.

Herwiha peyamnêrê Rûdawê ragihand ku heta niha di encama şewatê de 6 kes bi sivikî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyan, ew 6 kesên birîndar jî 2 ji wan tîmên berevaniya şaristaniyê, 2 jê zarok û 2 jî zilam in.

Lê rewşa wan a tendirûstiyê baş e û li nexweşxaneyê têne dermankirin. Piştî 2 demjimêr û nîvan agirê li kampê hat kontrolkirin, lê tevahiya kelûpelên di nava wan çadiran de şewitî ne.

Koçberên li nava kampê jî daxwaz dikin ku ji çadiran bêne derxistin û xaniyan ji wan re lê bikin da ku ji metirsiyên bi vî rengî rizgar bibin.

Yek ji berpirsên tîma berevaniya şaristaniyê ya Duhokê jî ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku çadirên koçberan gelek nêzîkî hevdu bûne, otomobîlên agir vemirandinê nekarîne zû xwe bigihînin cîhê agir, lewra destpêkê agir hatiye dorpêçkirin û piştî 2-3 demjimêran jî hatiye kontrolkirin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst