Dadgeha Amerîkayê doza li dijî Mesrûr Barzanî red kir

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Washington Dadgeha Federal a Amerîkayê Randolph Moss
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku Dageha Federal a Amerîkayê doza li dijî Serokwezîr Mesrûr Barzanî û xizmên wî û çend kesên din red kir.

Li gorî nûçeya malperê rûniştina dozê 2yê Çiriya Pêşînê hatiye kirin û dadwerê Dadgeha Federal Randolph Moss li Washingtonê ew doza li dijî Mesrûr Barzanî xizmên wî û 63 kesên din red kiriye.

Li gorî nûçeyê dadwer doz bi hinceta “bêbingehbûn û nerastiyê” red kiriye.

Her wiha di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku dadwer Moss hişyarî daye ku heger ew kesên doz vekirine di duristkirina tohmetên bêbingeh de berdewam bin dê werin cezakirin.

Tîma yasayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li dadgehê amade bû.

Tîma yasayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dozê wiha got:

“Ew doz beriya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê şerekî siyasî ye û dadgeh ji bo armancên siyasî hatiye bikaranîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst