MÊRDÎN - Barhilgirek li jineke 60 salî qelibî û ew kuşt

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artukluyê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê jineke 60 salî ya ku barhilgirek lê qelibî mir.

Li gorî zanyariyan li ser cadeya Valî Ozanê ya li taxa Yenîşehîrê ya navçeya Artukluyê dema Nebahat U.ya 60 salî hewl dida derbasî aliyê din ê rê bibe barhilgirek lê qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û di pişkînên wan de diyar bû ku jina navborî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku tîman termê Nebahat U.yê biriye morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Mêrdînê.

Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolîn da destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst