ERZIROM - Kêmbûna seferên asmanî bandorê li geştiyariyê dike

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Erzirom Bakurê Kurdistanê Geştyarî TURSAB
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Erziroma Bakurê Kurdistanê yek ji wan navendên girîng ên geştyariya zivistanê ye lê kêmbûna geştên asmanî bandoreke neyînî li geşytariya bajêr dike.

Li Erziromê navendên kaşûnê hene û otelên wê zivistanan tijî dibin.

Navendên geştyariya zivistanê ji niha ve dest bi amadehiyên pêşwaziya mêvanan kirine.

Ji bo dikandar û otelên Erziromê pirsgirêka herî mezin kêmiya geştên asmanî ye.

Rojên în, şemî û yekşemê balafir naçin Erziromê û ev jî dibe sedem ku xelk plana xwe ya geştê biguherine û biçe deverên din.

Beriya Coronayê rojane ji bo Erziromê 17 geştên asmanî hebûn lê piştî Coronayê hejmara geştan daketiye 7an.

“Ji ber nebûna seferan geştyar planên xwe diguherînin”

Serokê herêmî yê Yekîtiya Acenteyên Geştyariyê yên Tirkiyeyê (TURSAB) Nuh Şenol li ser pirsgirêka geştên asmanî got:

“Em bi taybetî derbarê geştên asmanî de rûbirûyî pirsgirêkên cidî dibin.

Mêvanên me yên ku dixwazin werin û li Erziromê kaşûnê bikin, bi taybetî rojên în, şemî û yekşemê ji ber nebûna firokeyan mixabin planên xwe diguherin û diçin deverên din.

Ev jî bi rastî ji bo me pirsgirêkeke cidî ye.

Em geştyariyê ji bo rojekê yan salekê nafikirin û em wekî planeke demdirêj dibînin.

Ew geştyarên ku îro ber bi derveyî welat an devereke din ve diçin di demên pêş de dibin sedema valamayîna gelek navend û cihên veberanînê.”

Li parêzgehê sezona geştyariya zivistanê meha Kanûna Pêşînê dest pê dike.

Berpirsên geştyarî dixwazin berî wê hem hejmara geştên navxwe bên zêdekirin hem jî ji welatên derve geştên asmanî yên rasterast ji bo Erziromê dest pê bikin.

“Bila hejmara geştyaran kêm nebin”

Omer Akçayê rêveberê oteleke Erziromê jî anî ziman:

“Daxwaza me ya herî girîng ew e ku geştên asmanî neyên hilweşandin an jî ew kêmasiyên geştan ên li Erziromê hene demildest bên çareserkirin.

Di vî warî de çi siyasetmedar, çi şaredar, çi jî parêzgar, em bi hemûyan re berdewam di danûstandinê de ne.

Wan jî bi hemû kompanyayên balafiran re pêwendî danîne.

Daxwaza me ya herî girîng ew e ku di geştên asmanî yên ji bo Navenda Kaşûnê ya Palandokênê de kêmasî çênebin.”

Li gorî amarên fermî 6 mehên destpêka sala borî 14 hezar û 268 jê biyanî bi giştî 180 hezar û 364 geştyar çûne Erziromê.

Ji ber kêmbûna geştên asmanî heman serdema îsal hejmara geştyarên Erziromê bûye 178 hezar û 794 kes. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst