Spectrum House - Kurd piştgiriya kîjan hevpeymaniyê dikin?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Spectrum House Rapirsî DEM Partî Hevpeymanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Navenda Raman û Lêkolînê ya Spectrum House, ji sedî 50,4ê Kurdan dibêjin eger DEM Partî û CHPyê hevpeymaniyekê ava bikin, dê sûdê bigihîne çareserkirina pirsgirêkên Kurdan.

Navenda Raman û Lêkolînê ya Spectrum House, encamên rapirsiya ku di navbera 4 - 23ê Îlona 2024an de li bajarên Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Çewlig, Qers, Dîlok, Colemêrg ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Stenbol, Îzmîr, Enqere û Mêrsînê yên Tirkiyeyê, bi hezar û 610 welatiyên Kurd re kiribû eşkere kirin.

Li gorî rapirsiyê, piraniya Kurdan dixwazin ku DEM Partî bi partiyên din re hevpeymaniyan ava bikin.

Tenê ji sedî 6,4 naxwazin ku DEM Partî bi partiyên din re hevpeymaniyan ava bike.

Ji sedî 25,8ê Kurdan dibêjin divê hevpeymanî li ser bingeha “şefaf û diyaloga vekirî” bê kirin,

Her wiha ji sedî 23,2yê wan jî dibêjin divê hevpeymanî li ser bingeha "di çareserkirina Pirsa Kurd de nêta baş" bê kirin

Bila DEM Partî bi kîjan partiyê re hevpeymaniyê bike?

Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Hûn dixwazin DEM Partî di hilbijartinên bê de bi kîjan partiyê re hevpeymaniyê bike?” hatiye pirsîn:

Li gorî encaman ji sedî 38,2yê Kurdan dibêjin "Bila bi CHPyê re hevpeymanî bê kirin.”

Encamên vê pirsê li gor partiyan wiha ne:

CHP: Ji sedî 38,2

AKP: Ji sedî 10,9

TÎP: Ji sedî 9,3

Yeniden Refah: Ji sedî 3

HUDA PAR: Ji sedî 1,9

DEVA: Ji sedî 1,6

MHP: Ji sedî 1,2

ÎYÎ Partî: Ji sedî 1,2

Ez naxwazim hevpeymanî bê kirin: Ji sedî 30,1

Piraniya Kurdan bi erênî li hevpeymaniyeke bi CHPyê re dinêrin

Gelo pêwîst e ku CHP û DEM Partî hevpeymaniyê bikin?

Erê: Ji sedî 56

Na: Ji sedî 34,5

Bê biryar: Ji sedî 9,5

Piraniya beşdarvanan dixwazin CHP û DEM Partî di mijarên "Pirsa Kurd, aştiya civakî, dadmendî û standartên demokrasiyê" de bi hev re kar bikin û ji sedî 4,5 jî dibêjin bila ji bo ti mijarekê kar neyê kirin.

Ji sedî 50,4ê Kurdan dibêjin eger DEM Partî û CHP hevpeymaniyekê ava bikin, dê ev hevpeymanî sûdê bigihîne çareserkirina pirsgirêkên Kurdan û ji sedî 37,9 jî dibêjin sûdê nagihîne çareserkirina pirsgirêkan.

Ji sedî 45,9ê beşdarên Kurd dibêjin dê hevpeymaniya ligel CHPyê bandoreke erênî li bijardeya wan dengdayînê bike û ji sedî 23,4 dibêjin dê bijardeya wan neguhere û bandorê li dengdayîna wan neke.

Kurd li dijî hevpeymaniya li gel AK Partiyê ne

Ji sedî 55,3yê beşdarên Kurd dibêjin dê hevpeymaniyeke di navbera AK Partî û DEM Partiyê de bandoreke neyînî li bijardeya wan a dengdayînê bike û ji sedî 18 jî dibêjin dê bandoreke erênî li bijardeya dengdayîna wan bike.

Piraniya Kurdan Hevpeymaniya Ked û Azadiyê erênî dibînin

Ji sedî 55,1ê Kurdan Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ya ku DEM Partiyê di hilbijartinên parlamenteriyê de di nav de bû erênî dibînin û ji sedî 36,6 neyînî dibînin. Ji sedî 8,4 jî bê biryar mane.

Kurd li dijî hevpeymaniya AK Partî û MHPê ne

Li gorî encamên rapirsiyê ji sedî 67,6ê Kurdan bi awayekî neyînî li hevpeymaniya AK Partî û MHPyê dinêrin û ji sedî 25,2 jî erênî dibînin. Ji sedî 7,3 jî bê biryar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst