Berdevkê PCSyê hat berdan: Bi hinceta PKKyê hatibû girtin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PCS Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad Behced Çîftçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) Ferîd Azad û endamê platformê yên ku bi hinceta PKKyê hatibûn girtin, hat berdan.

Polîsan 9ê Tebaxê bi ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) ya li Amedê û malên çend endamên wan de girtibûn.

Di encamê de berdevkê PCSyê Ferîd Azad û 3 endamên platformê hatibûn desteserkirin.

PCSyê 11ê Tebaxê di daxuyaniya xwe de ragihandibû kû Dadgeha Mêrsînê bi hinceta "endamtiya PKK û KCKyê" biryara girtina Ferîd Azad û Behced Çîftçî daye.

Doza ku Azad û Çîftçî tê de dihatin darizandin îro li Mêrsînê hat dîtin.

PCSyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Ferîd Azad û Behced Çîftçî hatine berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst