Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 3 gerîlayên ku li Metînayê canê xwe ji dest daye eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Welat Mîdyad, Rûjiyan Rûken û Mezra Botan li Metînayê canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê da zanîn ku her sê gerîlayan jî li herêma Metînayê ya Başûrê Kurdistanê di êrişên hêzên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her sê gerîlayan bi vî rengî ne:
Welat Mîdyad: Navê wî yê fermî Mustafa Akpinar e û ew ji Edeneyê ye û 29ê Tebaxa 2024an li Metînayê canê xwe ji dest daye.
Rûjiyan Rûken: Navê wê yê fermî Elîf Keskîn e û xelka Qersê ye û 11ê Tîrmeha 2024an li Metînayê canê xwe ji dest daye.
Mezra Botan: Navê wê yê fermî Şirîn Ateş e û xelka Şirnexê ye û 4ê Tîrmeha 2024an li Metînayê canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse