HPGyê nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir

04-09-2024
RÛDAW
Nîşan Gerîla Nasname HPG Kêla Memê Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 4 gerîlayên ku li devera Kêla Memê yê Şirnexê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Xebat Cûdî û Zamanî Amanos 17ê Tebaxa 2024an li li devera Kêla Memê yê Şirnexê canê xwe ji dest daye.

Her wiha gerîlayên bi nasnavên Yilmaz Dêrsim û Serhed Jêhat jî li heman deverê 18ê Tebaxê canê xwe ji dest daye.

HPGyê diyar kir ku wan gerîlayan di êrişa asmanî de canê xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên ku HPGyê dane, nasnameyên her çar gerîlayan wiha ne:

Serhed Jêhat: Navê wî yê fermî Veysel Sevîç e û ew ji Agiriyê ye.

Yilmaz Dêrsim: Navê wî yê fermî Bariş Kartal e û ew ji Şirnexê ye.

Xebat Cûdî: Navê wî yê fermî Reşît Çevîk e û ew jî ji Şirnexê ye.

Zamanî Amanos: Navê wî yê fermî Serhat Guzel e û ew jî Mêrdînê ye.

HPGyê da zanîn ku Serhed Jêhat 15ê Tebaxa 2005an, Yilmaz Dêrsim sala 2013an, Xebat Cudî sala 2015an tevî refên gerîlayan bûye.

Li hêla din, cenazeyên Xebat Cûdî û Serhed Jêhat ji 18ê Tebaxê ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê bûn.

Piştî ku testên wan ên DNAyê li hev hatin malbatan cenaze wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst