Li Colemêrgê 30 kes hatin desteserkirin

15-08-2023
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Gever Operasyon Çelê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, îro nêzîkî 30 kesî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.

Li navenda Colemêrgê û navçeyên wê Gever û Çelê îro sibehê polîsan di operasyoneke hevdem de bi ser gelek malan de girt.

Di operasyonê de ji ber sedemeke nediyar nêzîkî 30 kesî hatin desteserkirin.

Kesên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Colemêrgê.

Hat zanîn ku di nav kesên desteserkirî de Dayikên Şemiyê jî hene.

Di nav kesên ku hatine desteserkirin de Seher Karagoz, Hemail Vural, Mahsuma Akın, Feride Agralı, Emine Ozdel, Suheyla Saygı û Fatma Bulut hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst