VÎDEO - Qerejdax: Daholvanekî dema ku li daholê dixist canê xwe ji dest da

04-02-2024
RÛDAW
Wêne: Tora Civakî
Wêne: Tora Civakî
Nîşan Daholvanek Çiyayê Qerejdaxê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê daholvanekî dema ku ji geştiyaran re li daholê dixist krîza dil derbas kir û canê xwe ji dest da.

Li Navenda Kaşûnê ya Çiyayê Qerejdaxa Rihayê roja şemiyê, daholvanekî ku navê wî nehat zanîn dema ku ji geştyarên li navendê re li daholê dixist krîza dil derbas kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Piştî midaxeleya destpêkê tîman daholvan bir nexweşxaneyê lê tevî hewldanan jî wî canê xwe ji dest da.

Navenda Kaşûnê ya Çiyayê Qerejdaxê derdora 60 kîlometre dûrî parêzgeha Amedê ye û di nav sînorê parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst