Rizgarbûyeke destê DAIŞê: Bi saya Babe Şêx em vegeriyan ser ola xwe

03-10-2020
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Suzan Heyder, rizgarbûya destê DAIŞê
Suzan Heyder, rizgarbûya destê DAIŞê
Nîşan Babe Şêx Xirto Hecî Îsmaîl Kurdên Êzidî Suzan Heyder
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Xirto Hecî Îsmaîl bi nasnav Babe Şêx, Rêberê Rûhanî yê Kurdên Êzidî ku duh li Şêxanê hat veşartin, malbata wî dibêje piştî 40 rojiya wî dê cihnişînek bo bê danîn. Rizgarbûyeke destê DAIŞê jî dibêje, “Wî rizgarbû helal kirin, eger helal nekiriba me nedikarî vegerin ser ola xwe.”

Di nav kesên ku pêşwazî li termê Babe Şêx kir, grûpeke rizgarbûyên destê DAIŞê jî hebû, ji ber ku biryara Babe Şêx wisa kir wek kesên pîroz ew bên helalkirin di nav civaka Kurdên Êzidî de.

Suzan Heyder, rizgarbûya destê DAIŞê dibêje, “Em gelek xembar in ji ber mirina Babe Şêx, bavê hemû Êzidiyan bû. Wî rizgarbû helal kirin, eger helal nekiriba me nedikarî vegerin ser ola xwe.”

Li navenda bajaorokê Şêxan, nêzikî 1000 metran tabûta wî li ser milên zilamên olî bû, paşê li mala wî laşê wî şûşt û jê re dibêjin; hed û sed.

Liqman Silêman, şarezayê ayîna Êzidê, dibêje, “Babe Şêx pla herî bilind a rûhanî ya Êzidiyan bû. Ew hemû rê û resmên li Lalişa nûranî dihatin gêran Babe Şêx pê radibû. Hemû li benda biryara Babe Şêx bûn, wî hesaba rojhilatê bikar dianî û dizanî kîjan roj kengî ye!”

Termê Babe Şêx li goristan taybet bi extiyarên Mergehê li gundê Bozan hat veşartin, li ber dengê def û şibaban û bi amadebûna nûnerên berpirsên bilind ên Kurdistan û Iraqê û biryar e piştî çiliya wî şûngirek bo bê danîn.

Îdo Babe Şêx, birayê Babe Şêx, diyar dike, “Hilbijartina Babe Şêx di 40 rojan de ye, hem mîr û hem rîspiyên Êzidiyan dê rûnin. Babe Şêx zêdetir di vê sûlalê de ye. Divê ji vê ocaxê bê hilbijartin.”

Xirto Hecî Îsmaîl bo dema 25 salan Babe Şêxê Kurdên Êzidî bû li Kurdistan û cîhanê û bi nexweşiya gulçîkan di 87 saliya xwe de li Hewlêrê koça dawî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst