Fransa: Em hêvî dikin ku diyaloga HSD û desthilata demkî berdewam bike

03-04-2025
RÛDAW
Nîşan Fransa Sûriye HSD Mezlûm Ebdî Ehmed Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê li ser danûstandinên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de ji Rûdawê re got, "Ew hêvî dikin ku diyaloga HSD û Hikûmeta Sûriyeyê berdewam bike."

Çavkanyiyê  her wiha amaje pê kir ku pêwîst e hikûmeta nû ya Sûriyeyê ji bo dabînkirina pêdiviyên gelê welatê xwe kar bike.

Çavkaniya dîplomatîk a Fransayê derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Sûriyeyê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê regot:

"Pêwîst e niha hikûmeta nû wan sozên ku ji aliyê berpirsên desthilata demkî ya Sûriyeyê ve hatine dayîn bi cih bîne.

Her wiha çavkaniyê diyar kir ku pêwîst e hikûmet di asta "hêvî û pêdiviyên gelê Sûriyeyê" de be.

29ê Adara 2025an, Serokê desthilata demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şer hikûmeta nû ya welatê xwe ragihand.

Hikûmet ji 23 wezaretan pêk tê û hinek ji pêkhateyên welat, ji wan Kurd û Durz tê de beşdar nînin.

Çavkaniya dîplomatîk a Fransayê got: "Em hêvî dikin ku ew diyaloga ku roja 10ê Adarê di navbera desthilata demkî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de dest pê kir, berdewam bike."

Roja 10ê Adara 2025an, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî, û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ji bo qonaxa demkî peymanek îmze kir.

Peyman ji 8 xalan pêk tê. Li gorî peymanê, şer li seranserê Sûriyeyê dê raweste û HSD dibe beşek ji dezgeha parastinê ya dewleta Sûriyeyê.

Di peymanê de hatiye: "Civaka Kurd civakeke resen e li dewleta Sûriyeyê û dewleta Sûriyeyê garantiya mafê welatîbûnê dike û hemû mafên destûrî jê re dabîn dike."

Çavkaniya dîplomatîk a Fransî amaje bi wê yekê jî kir: "Fransa pabendbûna xwe bi bicihkirina qonaxeke demkî ya siyasî ya giştgir û aştiyane ku nûnertiya hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bike û garantiya maf û parastina hemû Sûriyeyiyan bêyî ku ol, netewe û zayend were hesabkirin, dubare dike.

Fransa di wê hewldanê de ji bo piştgirîkirina desthilata Sûriyeyê amade ye."

8ê Kanûna Pêşîn a 2024an, komên çekdar ên wê demê yên Sûriyeyê bı peşengiya Heyeta Tehrîr Şamê desthilata Esed rûxand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst