Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û navçeya Geverê ya Colemêrgê du mal şewitîn û 8 kes ji ber dûkêlê bi jehrê ketin.
Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê agir bi maleke li qatê duyem a vahiyekê ket.
8 kes ji ber dûkêla agir bi jehrê ketin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.
Di encama xebata tîman û xelkê taxê de agir hat vemirandin.
Tîmên tenduristiyê 8 kesên ji ber dûkêlê bi jehrê ketin derman kirin.
Ji ber agir di malê de zererên madî çêbûn.
Li aliyê din, li na navçeya Geverê ya Colemêrgê jî ji ber sedemeke nediyar agir bi mala kesekî bi navê Îbrahîm Çakçi ket.
Li ser agahdarkirinê tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.
Di nava demeke kurt de agir hat vemirandin lê mal bi temamî şewitî û zererên madî çêbûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse