Li Swêdê mirina bi guman a keça Kurd: 'Hatiye xeniqandin'

03-02-2023
Nayîf Remezan
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Îsra Serdar Swêd Xeniqandin
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) - Keça Kurd a bi navê Îsra Serdar a ku ji sala 2019an û vir ve tevî 4 xwişk û birayên xwe ji aliyê hikûmeta Swêdê ve ji malbata wê hatibû girtin, mehek berê jiyana xwe ji dest da. Malbata wê îdia dike ku Îsra "ji aliyê Hikûmeta Swêdê ve hatiye xeniqandin."

Îsra Serda keça malbateke Zaxoyî ya Başûrê Kurdistanê ye û di sala 2013an de bi malbata xwe re çûne Swêdê. Li ser gilîkirina Îsrayê di sala 2019an de polîsên Swêdê her pênc zarokên malbatê jê werdigrin. Zêdetirî mehekê ye Îsrayê jiyana xwe ji dest daye û malbata wê îdia dike ku Îsra hatiye xeniqandin.

Rûdawê li Zaxo serdana xizmên Îsra Serdar kir Ezîma Mistefa dapîra Îsrayê got “Di destpêkê de ji me re gotin miriye. Piştre jî em ji rojnameyan hîn bûn ku hatiye xeniqandin. Dayik û bavê wê jî çûbûn ser cenazeyê wê nizanibûn ku hatiye xeniqandin.”

Xalid Îsmaîl apê Îsrayê diyar kiribû mirina Îsrayê bi guman e û dibêje “Telefonî dê û bavê wê kiribûn, gotibûn werin keça we celta dil lê daye. Dema dê û bavê wê diçin derbê li ser stuyê wê dîtine û guman ji wan re çêdibe ku bi celta dil lê dabe.”

Heta niha cenazeyê Îsrayê bo malbata wê nehatiye radestkirin. Xwişk û birayên Îsrayê yên din hê jî din bin çavdêriya polîsên Swêdê de tên girtin.

Gerden Hemîd dayika Îsrayê got “Rewşa me ne gelek baş e. Sibehê jî ez digel sosyalê axivîm çi pêşveçûn û gorankarî nînin her wekî xwe ne û xirabtir e. Me çi agahî ji zarokên xwe nîne bi taybetî yên biçûk bi navê Mihemed.”

Malbata Zaxoyî ku ji sala 2013an ve li Swêdê dijîn ev sê sal in mafê wan ê rûniştinê hatiye betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst